Şandeya HDP’ê guh li gilî û gazinên sewalvanên Amedê kir 2022-02-10 11:06:50   AMED - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan û şandeya pê re serdana sewalvanên xirbeyê pez û dewaran kirin û li gilî û gazinên esnafan guhdar kirin.   Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e û di heman demê de parlamenterê Amedê ye li gel rêveberên partiya xwe serê sibê zû çûn serdana esnafên xirbeyê pez û dewaran. Şandeya HDP’ê hem bi sewalvanan (yên pez û dewaran difiroşin) û welatiyên hatibûn kirîna sewalan re sohbet kirin. Esnaf û welatiyan li hember bihakirina êm, fatûreyên zêde û zemên kirin gilî û gazinên xe kirin. Şandeya HDP’ê yek bi yek li xwediyê heywanan geriyan û li pirsgirêkên wan guhdar kirin.    BERTEK NÎŞANÎ BIHABÛNÊ DA    Têciran û welatiyan eleqeyek mezin nîşanî şandeya HDP’ê da. Lê herî zêde gilî û gazinên wan li hember bihakirina êm û kayê bû. Têcirek wiha gazinên xwe anî ziman: “Bihayê êm bûye 250 lîre. Bihayê kayê bûye hezar û 200 lîre. Em êdî nikarin heqê êm û kayê bidin. Lewma em çêlekên xwe bi şîr difiroşin. Em golikên wan difiroşin. Ji ber bihabûna êm û kayê em nikarin êdî çêlekekê xwedî bikin. Heke wisa biçe wê di salên pêşiya me de heywan nemîne.”    Têciran ji şandeyê re diyar kir ku rayedarek pirsgirêkên wan nabîne û yên ji dûr ve xwedî meaşên zêde li karê wan dinêrin şîroveyan ji xwe re dikin.    Her wiha têciran got rojên çarşemê bazara wan girtî ye û ji ber vê yekê ew mexdûr dibin.