HDK forma ‘Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin’ li dar dixe 2022-02-12 11:30:43 STENBOL - Endamê Meclîsa Kedê yê HDK’ê Ercan Tîmtaş diyar kir ku bi “Forma Kedê” armanc dikin karkerên li ber xwe didin bînin gel hev û wiha got: “Em bang dikin ku qadên têkoşînê yên yekbûyî bên avakirin. Ji bilî têkoşînê û xwe bi rêxistin kirinê tu çareya me nîne.” Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya “Kedkar li ber xwe didin, xwe bi rêxistin dikin bi serdikevin” dê sibê li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya li navçeya Avcilarê “Forûma Kedê” li dar bixe. Di foruma ku karkerên li qadan li ber xwe didin amade dibin de wê pirsgirêkên ku kedkar dijîn û pêşniyarên çareseriyê werin niqaşkirin.    Endamê Meclîsa Kedê yê HDK’ê û karkerê tekstîlê Ercan Tîmtaş têkildarî forûma ku were lidarxistin nirxandin kirin û diyar kir ku armanca wan ewe cihekî ku karkerên li ber xwe didin bikarin gotina xwe bibêjin ava bikin. Tîmtaş, destnîşan kir ku dixwazin di qadê de xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Kapîtalîzm pergaleke ku bi mêhtina keda karkeran li ser piyan disekine ye. Ji ber vê yekê qeyran di qanûna pergala kapîtalîzm de heye û ji ber şerên diqewimin, qeyrana aborî pêk tê û hêza karkeran a kirînê kêm dibe û ev ji bandorê li mûçeyên wan dike. Berxwedanên karkeran ên weke bertek ji ber vê yekê çêdibin. Divê karker berxwedanên xwe yên ji hev belav bûyî bikin yek, xwe bi rêxistin bikin ku bigihin armancekê.”   MECLÎSÊN KEDÊ    Tîmtaş, bi bîr xist ku li gelek qad û bajaaran berxwedanên karkeran didomin û bi lêv kir ku armanca wan a bingehîn ewe ku karkerên li ber xwe didin bînin bahev. Tîmtaş, anî ziman ku di heman demê de meclîseke bi hêz ku karker bikaribin pirsgirêkên xwe bînin ziman û niqaşan bikin armanc dikin.    BANGA VEXWENDINÊ   Tîmtaş, diyar kir ku divê li her qada jiyanê bi rêxistin bibin û ji bo tevlîbûna forûmê ev bang kir: “Em bang li çîna karkeran û gelê xwe yê kedkar dikin ku qadên têkoşînê yên yekbûyî ava bikin. Ji bilî têkoşînê û xwe bi rêxistin kirinê tu çareya me nîne. An em ê bêdeng bimînin, an em ê stûyê xwe bitewînin an jî em ê li ber xwe bidin. Em hemû karkeran vedixwînin forûma kedê.”