Esnafên Amedê dê 3 rojan bihabûna ceyranê protesto bikin 2022-02-13 16:51:43   AMED - Esnafên Kuçeya Hunerê ya Amedê ragihandin ew ê sê rojan bihabûna ceyranê bi çalakiyên wek lembe girtinê û pêxistina findan protesto bikin.   Esnafên Kuçeya Hunerê ya Amedê ku li Semta Ofîsê ne bi daxuyaniya çapemeniyê bihabûna ceyranê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de dovîzên ku fatûreyên ceyranê protesto dikin hatin hildan. Gelek esnaf û endamên Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.    DÊ SÊ ROJAN ÇALAKÎ LI DAR BIXIN    Serokê Komeleya Kuçeya Hunerê Umît Umdu axivî û ew heyîrî mane ku wê çawa fatûreyên xwe razînin û êdî ew nizanin wê çi bikin gelo dê fatûreyên xwe an jî kirêyên xwe razînin. Umdu got ev batûreyên biha li ser pişta esnafan bûne bar û nikarin razînin. Umdu diyar kir ku esnaf dawiya her mehê dikevin nava hesabê dê çawa deynên xwe bidin û xwe xelas bikin. Umdu destnîşan kir ku ew dixwazin zemên hatine kirin paş ve bên kişandin û deynên ceyranê yê esnafan werin betalkirin. Umdu anî ziman ku ji bo ew dengê xwe ragihînin wê sê rojan li Kuçeya Hunerê saet di 19.00’an de 5 deqîqeyan çalakiya lembe tefandinê û pêxistina findan li dar bixin.    Piştî daxuyaniyê esnafan sobeyên ceyranê danîn erdê û bihabûna fatûreyan şermezar kirin.