Ji bo ku fatûreyên xwe razînin kelûpelên xwe difiroşin 2022-02-16 09:30:44 WAN - Li Wanê welatî ji bo fatûreyên zêde ji wan re hatine dikaribin razînin, kelûpelên li mala xwe difiroşin. Welatiyên nû dizewicin jî kelûpelên desta duyem dikirin. Xwendekarên nikarin pêlavên nû bikirin, pêlavên xwe yên qetiyayî pîne dikin. Her ku diçe krîza aborî kûr dibe û xelkê tengav dike. Welatiyên ku nikarin pêdiviyên bingehîn bikirin, alternatîfan ji xwe re dibînin. Hin welatî ji bo dikaribin fatûreyên ceyranê yên zêde li wan hatine birîn, razînin kelûpelên xwe yên malê derxistine ber firotinê. Welatiyên nû zewicîne jî diçin spotvanan da ku desta duyemîn ji xwe re kelûpelên erzan bikirin. Welatî ji ber ku nikarin kelûpelên nû bikirin, kelûpelên xwe yên xerabûyî tamîr dikin.    KES NIKARE PÊLAVAN BIKIRE, YÊN QETIYAYÎ TAMÎR DIKIN    Bakî Şen ê li Wanê pêlavan pîne dike diyar kir ku ji ber krîza aborî xelk nikare pêlavên nû bikire û wan pêlavên ku meriv naxin piyê xwe jî ji neçarî tên pêlavên xwe tamîr dikin. Şen da zanîn ku karê wî di demên dawî de zêde bûye û got: “Zêdebûna karê me dide nîşandan ku xelkê me çiqas mexdûr bûye. Îro bihayê pêlava herî nebaş, sê qat li sala par zêde bûye. Însan ji ber ku nikarin pêlavên nû bikirin, pêlavên xwe kevn û qetiyayî tînin tamîr dikin. Heqê tamîrê 30-40 lîre ye. Mirov li şûna ku biçin bi 700 lîreyî pêlavek bikirin, 40 lîreyî didin û pêlavên xe tamîr dikin. 15 sal in ez vî karî dikim, cara ewil e bi tiştek wiha re rûbirû dimînin. Malbatek ji 4 ferdan pêk tê û debara xwe bi meaşê asgarî dike, heke rabe pêlavan ji xwe re bistîne herî kêm divê 2 hezar lîre pere bide. Gelo însan kirêya xwe bidin, pêdiviyên mala xwe dabîn bikin an jî pêlav ji xwe re bistînin?”    PÊLAVAN PÎNE DIKIN Û DIXIN PIYÊ XWE    Şen behsa diyaloga di navbera xwe û xwendekarek ku pêlava xwe biriye tamîr bike de kir û wiha got: “Çend roj berê xwendekarek ji bo pêlava xwe tamîr bike, hat vir. Ew pêlav êdî meriv nikaribû bixe piyê xwe. Min jê re got ev bi tamîrê çênabe, nayê pînekirin. Bi israr got, ‘ez xwendekar im, nikarim yeka nû bikirim’. Min jê re pîne kir û tevî ku ew pêlav ne ya li xwe kirinê bû jî, xist piyê xwe û çû. Ev mesele rewşa heyî ya li Tirkiyê şîrove dike.”    MALZEME BIHA BÛNE    Şen anî ziman ku malzemeyên ew bikar tîne jî biha bûne û got: “Min vî dermanî zeliqandinê par bi 2 lîreyî dikirî niha bûye 10 lîre. Keçeyek min par bi 4 lîreyî dikirî niha bûye 20 lîre. Benikên pêlavan bi 10 qirûşîbû niha bûye lîreyek û nîv. Gelek pêlav t ên tamîrê lê malzeme biha bûne.”    BERÊ XWE DIDIN SPOTVANAN    Çawa li dikana tamîrvanê pêlavan tevgerek heye, li dikanên spotvanan ku kelûpelên desta duyemîn difiroşin jî tevgerek xuya dike. Welatiyên ku nikarin fatûreyên xwe razînin, kirêya mala xwe bidin û pêdiviyên bingehîn bistînin, diçin spotvanan da ku ji xwe re tiştekî bikirin. Kesên nû dizewicin jî berê xwe didin spotvanan da ku kelûpelên malê ji xwe re bistînin.    Halîl Yîgît ê ku 11 sal in danûstandina eşyayên desta duyem dike da zanîn ku însan li hemberî krîza aborî ji xwe re alternatîfan çê dike. Yîgît anî ziman ku kesên nû dizewicin jî ji xwe re eşyayên desta duyemîn dikirin û got: “Di demên dawî de ji ber bihabûna kelûpelên malê biha bûne, xelkê berê xwe daye kelûpelên desta duyemîn. Di navbera kelûpelên kevn û nû de ji sedî 70 ferqa fiyetê heye. Ji ber xelk feqîr bûye nikare bi 20-30 hezar lîreyî kelûpelên odeya razanê bikire. Ji ber vê yekê jî desta duyemîn tercîh dikin. Nikarin bi 10 hezarî sarincê bikirin, tên cem me sarincên bi du sê hezarî distînin. Ev 11 sal in vî karî dikim lê min cara yekem bihabûnek û krîzek wiha dît.”    ‘KELÛPELÊN MALA XWE DIFIROŞIN’    Yîgît destnîşan kir ku hin welatî ji bo dikaribin fatûreyên ceyranê û gaza xwezayî ku zêde li wan hatine birîn razînin, kelûpelên xwe yên malê derxistine ber firotinê û got: “Xelk ji bo debara xwe bike neçar maye ku kelûpelên xwe bifiroşe. Bi piranî qoltix, cilşo, sarinc û feraqşo difiroşin. Ev yek her ku diçe zêdetir dibe. Êdî mirov nikarin nan bibînin. Navê vê xela ye. Êdî xelk nikare tiştekî bikire û bixwe.”    MA / Hakan Yalçin