Karên Kod-A: Teqez em ê qezenc bikin 2017-10-06 10:03:26 STENBOL - Karkerên Kod-A ji ber ku sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin. Karker ji bo vegerin karê xwe dest bi çalakiya 6 rojan kirin. Karkeran, diyar kir ku ew li bendê bûn derfetên wan baş bikin, lê ji kar hatin avêtin.   10 karkerên A.Ş. ên înformatîkên Kod-A, ji ber ku endamên Sendîkaya Karkeran a Hunera Xweşik û Kooperatîf (SOSYAL-ÎŞ) bûn di 27’ê Îlonê de ji kar hatin avêtin. Karkerên di operatora sererast kirina arşîvên dîjîtal û fîzîkî yên Turk Telokomê dixebitin, berî ji kar derbixin, ji ber falîyetên wan ên sendîkal sîrgûn kirin. Karkerên li Îzmîrê dixebitin, şandin Stenbolê, yên Stenbolê dixebitîn jî şandin herêmên din. Karkerên sîrgûn qebûl nekirin, ligel ku xwestin bi rêya sendîkayê çareser bikin jî, rêveberiyên Kod-A li şûna pirsgirêkê çareser bike karker ji kar avêtin.       FALIYETÊN SEDNÎKAL DIDOMÎN IN   Karkerên ku li ber navenda avahiya Guneşlî ya Turk Telekom pankarta “Ji gef û fîşarên ji kar derxistinê re êdî bese” re di 1’ê Cotmehê de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Karker heya 6 rojan dê çalakiya xwe bidomînin. Karker di heman demê de faliyetên xwe yên sendîkal jî didomînin. Hinek karker ji bo çi ji kar hatine derxistin û daxwazên xwe ji derdor re vedibêjin.     NAN BI 12 TL DIKIRIN HEQDESTÊ WAN HÎ BI 9.60 TL   Karker Tugay Gungor ê li Guneşlî dixebitî, sîrgûnê Ambarli ya Avacilarê hat kirin û dûrê ji kar hat derxistin, diyar  kir ku ew li Bagcilarî rûdine, ji ber ku di sendîkayê de bûm, sîgûnê Ambarli ya Avcilarê kirin.Gungor anî ziman ku ew ê heya wir çawan bi sê, çar serwîsan biçe wir û wiha got: “Berê karkeran heqê rê nedidan. Berê ji bor ê 180 TL didan me. Piştre ev daxistin 11 TL yî. Ji bo mafê xwe biparêzin em bûn endamên sendîkayê. Gelek karker heqdesta herî kêm distîne. Rojê em 9.60 TL didin heqê xarinê, lê heqdestê em digirin 12 TL ye. Em di şert û mercên pir xerab de dixebiti. Bi vê çalakiyê em ê mafê xwe bidest bixin.”   'TEQEZ EM Ê BI SER BIKEVIN'   Karker Gulay Ari jî diyar kir ku ew li Fenertepeya ku dûrî Kayaşehîrê rûdine û heya ji Guneşliyê diçe malê pir zoriyan dikişîn e.Ari anî ziman ku ew sîrgûnê Uskudarê kirin û wiha axivî: “Em li bendê bûn derfetên karê me sererast bikin, lê em ji kar derxistin. Ji ber ku em endamên sendîkayê bûn, ên kar didin em ceza kirin. Emê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Teqez em ê mafê xwe qezenc bikin.”