‘Bila carek din Nexweşxaneya Etfalê vebibe’ 2022-02-22 14:04:06 STENBOL - Piştevaniya Şîşli Etfalê li gel 8 rêxistinên ked û pîşeyî bi daxwaza Nexweşxaneya Şîşli Etfal carek din bixebite kom bûn û gotin bila nexweşxaneya Eftalê carek din bixebite û ji wir neyê barkirin.  Piştevaniya Şîşli Etfal (Nexweşxaneya Etfalê ya Şîşliyê) li gel 8 rêxistinên ked û pîşeyî bi daxwaza Nexweşxaneya Şîşli Etfal a 123 salî careke din bixebite, li Navenda Çanda Nazim Hîkmetê ya Şaredariya Şîşliya Stenbolê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist. Nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Pankarta “Em Şîşlî Eftalê paş ve dixwazin” hat wekirin û dovîzên “Ne rastê em tendûristiyê dixwazin” û “Destê xwe nedin Etfalê” hildan.    ‘NEXWEŞXANEYA 123 SALÎ BILA CAREK DIN BIXEBITE’   Serokê Şaredariya Şîşliyê Muammer Keskin da anî ziman ku li gorî lêkolînên kirine pisgirêka herî mezin a Şîşliyê bê Etfal mayin e û got: “Em wek şaredarî, ji roja ewil heya niha li pişta, koma Piştavaniya Etfalê ne. Xebatên ji bo ku mayîna nexweşxaneya Etfalê em ê bidomînin. Yekîtiya me her roj mezin dibe, ji ber ku gelê Beşîktaşê jî îro bi me re ye. Em wek gel û berpirsyarên Şîşliyê, dixwazin Nexweşxaneya Eftalê ya 123 salî carek din were vekirin û bixebite.”    ‘DIXWAZIN ŞÛNA ENTFALÊ BIFIROŞIN’    Endamê Desteya Rêveberiya Odeya Tabîban a Stenbolê Nazmî Algan jî anî ziman ku divê miheqeq nexweşxaneya Eftalê carek din bê çêkirin û bi navê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Etfalê were xebitandin û got: “Ji bo ku nexweşxan neyê girtin me gelek gav avêtin lê mixabin em berpirsayarek nabînin û kes nizane çima hatiye girtin. Wek hûn ji dibînin her roj, eraziyên biha, yên li ber devê behre û cihê dewlemend tên firotin. Wisa xuya dike ku wê sibê dusiba cihê Etfalê jî bifiroşin.”    ‘EM NAXWAZIN ETFAL BÊ GIRTIN’   Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) ya Şîşlî Abuzer Aslan ji da zanîn ku ji bo ku têkoşîna wan encam bigire, dê piştgiriyê ji gel bigirin û têbikoşin û got: “Em wek SES’ê û gelê Şîşliyê têkoşina xwe bidomînin. Divê ku Şîşlî Eftal neyê xerakirin, Em naxwazin Etfal bê girtin û ji wir bê barkirin.”