Li Êlihê zem hatin şermezarkirin 2022-02-24 15:55:17   ÊLIH - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, zemên xurek û ceyran û gaza sirûştî şermezar kir û banga vekişandina zeman kir.    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, li dijî zemên ku hatine ser xurekên bingehîn, ceyran û gaza sirûştî li Parqa Ataturk daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Mehmet Ruştu Tîryakî û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Berdevkê Platformê Denîz Topkan, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku her roj bi zemên nû şiyar dibin û ev tişt got: "Êdî teqata me nemaye. Zêdebûnên sembolîk hatin ser heqdesta asgarî, mûçeyên me û mûçeyê teqawîtan bêrî ku bikevin berîkên me heliyan. Êdî kêr gihîştiye hestî. Zemên ku hatine kirin bila ben vekişandin."