Karkerê xwe şewitand: Karker rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin 2018-02-27 10:51:12 ENQERE - Karker Sitki Aydin,  yê li ber Meclîsa Tirkiye bedena xwe da ber agir û çalakî pêk anî got: “Hemû karker li dijî neheqî û kedxwariyê rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin."  Karker Sitki Aydin, yê di 13'ê Çile de li ber Meclîsa Tirkiye bedena xwe da ber agir û çalakî pêk anî, rewşa karkeran û zextên li ser karkeran ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot. Aydin, diyar kir ku heta niha bi hezaran xanî çê kir, lê hêj xaniyekî wî tune û got: “Hemû karker li dijî neheqî û kedxwariyê rabin ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin.“Karker kar dikin, lê heqê keda xwe nastînin. Divê êdî cîhana karkeran rabe ser piyanû heqê xwe biparêze. Ger ku cihana karkeran rabe ser piyan dê hemû pirsgirêk çareser bibin. "    ‘WEZÎRÊ XEBATÊ TIŞTEK NEGOT'    Karker Aydin, anî ziman ku piştî wî çalakî pêk anî ew rakirin Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê û wiha got: "Wezîra Xebate Julide Sarıerogli ez ziyaret mirim. Min pirsgirêka karkeran jêre got: "Min diyar kir ku keda jinan tê xwarin û karker mexdûr dibin. Min diyar kir ku pêdivîyên karkeran nayê dayîn. Min hemû pirsgirêk û daxwazên karkeran ji Wezîr re got. Lê tiştek negot."   Aydin, anî ziman ku niha debara xwe bi 2 hezar tl meaş derbas dike û wiha got: "Ez di vê serdemê de bi 2 hezar TL  debara malbatê dikin. Gelo kî dikare bi vî pereyî debara malbatê bike. Kîra Hezar TL ye. Ez niha di xaniyekî xerabe de dijîm. Pere têra me nake. Min 5 sal berê doz li Firmaya taşaron a Sinpaşê vekir, lê hêj bi encam nebûye."     Aydin, da zanîn ku li gorî rapora DÎSK-AR'ê ya dawî pirsgirêka karkeran a herî mezin bi kedek zêde û heqekî erzan dixebitin. Dîsa di raporê de hat diyar kirin ku karker di nava şertên bê ewle de kar dikin. Li welatên OECD  hefteyê 40.4 saetan kar dikin, lê li Tirkiye karker hefteyê 49.3  saetan kar dikin.