Ajokarên Rihayî ji ber zemên li motorînê çalakî kirin 2022-03-08 12:10:35   RIHA - Hemwelatiyên Rihayî yên ku karê veguhestina xwendekaran dikin, diyar kirin ku ji ber giranbûna bihayê motorînê dev ji kar berdane û li pêşiya walîtiyê çalakî li dar xistin.    Gelek hemwelatiyên Rihayî yên ku karê veguhêzandina xwendekaran dikin, li pêşiya Walîtiya Rihayê hatin cem hev û bertek nîşanî zemên li motorînê hatine kirin dan. Ji xwediyên kargehê Halît Kaya da zanîn ku bihayê motorînê ji sedî 400 zêde bûye û gelek kesan dev ji kar berda ye. Kaya, anî ziman ku piştî berdana kar, siza li xebatkarên wan tên birîn û wiha domand: “Dema ajokar 3-4 rojan dev ji kar ber didin, temînatên me dişewitin. Di mijara temînat û sizayan de tiştekî ji destê me nayê. Êdî hêza me bi têrî vê nake. Pereyê ji îhaleyê tê ji xwe bi tevahî diçe. Li ser vê yekê jî hevalên ajokar ji ber zema ji sedî 400, dev ji kar berdidin. Lê mafdar in û em nikarin yek gotinê ji wan re bikin an jî xwe biparêzin.”    ‘BILA AJOKAR MEXDÛR NEBIN’   Kaya, destnîşan kir ku têkildarî rewşa heyî bi Gerînendeyê Perwerdeyê yê Bajêr re hevdîtin kirine û wiha got: “Me xwest îro jî bi walîtiyê re hevdîtinê bikin. Di roja duşemê de hemû ajokar civiyan û gotin; ‘em êdî karê veguhêzînê nakin.’ Ji me re gotin; ‘heke hûn bi awayekî zelal ji me re nebêjin bê ka dê ferqa motorînê çiqas be, em ê nexebitin.’ Em, ji bo ku xwendekar û esnaf mexdûr nebin îro li vir civiyane. Daxwaza me ya ji rayedaran ew e ku êdî tejbîrekî li vê pirsgirêkê bînin.”    DÊ BI WALÎ RE HEVDÎTINÊ BIKIN    Kaya, got ku waliyê bajêr daxwaza wan a hevdîtinê qebûl kiriye û piştî hevdîtinê dê biryarê bidin bê ka dê çi bikin.