'Heqdesta me 300 TL, mazota em xerc dikin 400 TL ye' 2022-03-09 09:04:49 RIHA - Li Rihayê ajovanên serwîsên xwendekaran nerazîbûna xwe ya ji bo bihabûna sotemeniyê anîn ziman û gotin: "Heqdesta me 300 TL ye, mazota em xerc dikin 400 TL ye. Em ê nikaribin bi vî awayî bixebitin." Sotemenî her roj biha dibe. Lîtreya mazot û benzînê 20 lîre derbas kir. Li Rihayê ajovanên serwîsên xwendekaran anîn ziman ku hindik maye kontakê bigirin.    'EM Ê KONTAKÊ BIGIRIN'   Huseyîn Çîçek ê ku nêzî 5 sal in ajovaniyê dike, anî ziman ku gava dibistan nû vebûbûn depoya xwe bi 400 lîreyî tije dikir, lê niha depoyê bi hezar û 700 lîreyî tije dike, lê dahata wan heman dahat e. Çîçek, bilêv kir ku fiyetê mazotê tim biha dibe û pê re divê dahata wan jî zêde bibe û got: "Em ê kontakê bigirin. Ew jî ne çare ye. Ger ajovan hemû bi hev re kontakê bigirin, dê çerx bizîvire, nizanim."    'EM Ê DEV JI KAR BERDIN'   Çîçek, destnîşan kir ku mazota ku duh bi hezar û 500 lîreyî stendiye, sibê dê bi 2 hezar lîreyî bistîne û got: "Ger wisa bidome em ajovan em ê dest ji vî karî berdin."    Ajovan Mahmût Kaçar jî destnîşan kir ku êdî niakrin bixebitin, ji lew re êdî bi xercaneya di berîka xwe de mazotê dikirin. Kaçar got: "Ji xeynî girtina kontakê tu çareyek me tune ye. Em ê heya duşemê bixebitin. Ger çareyek neyê dîtin, em ê kontakê bigirin."    Kaçar, bilêv kir ku heqdesta distînin têra mazotê nake û got: "Pereyê dikeve berîka min jî tenê ji bo mazotê ye. Divê dewlet alîkariya me bike. An jî heqdesta me zêde bike. Sedema vê bihabûnê dewlet e. Heqdesta me 300 TL ye, lê mazota em xerc dikin 400 TL ye."    DOLAR WEK XWE YE, SOTEMENÎ 22 TL   Kaçar, destnîşan kir ku rayedar dibêjin sedema vê bihabûnê dolar e û got: "Gotin mazot ji ber dolar wisa bûye. Dolar niha 14 TL ye, di cî de ye, lê mazot bûye 22 TL. Ger heqdesta me ne li gor dilê me be, em ê roja duşemê nexebitin."     MA / Mujdat Can