Li Mêrdînê 2 karker birîndar bûn 2022-04-04 16:58:18   MÊRDÎN - Li Mêrdînê, di encama hilweşandina îskeleyê de 2 karker birîndar bûn.    Li taxa Şar a navçeya Artûklû ya Mêrdînê, îskeleya ku ji bo avahiya li ser avahiyeke dîrokî dihat lêkirin hatibû girêdan hilweşiya. Di encama hilweşandina îskeleyê de 2 karker birîndar bûn û wan rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.