Koçerên berê xwe didin zozanan: Wisa biçe dê sewalvanî nemîne 2022-04-12 09:00:45 RIHA - Koçerên Qerejdaxî hêdî hêdî berê xwe didin cihên bilind û hênik. Koçeran bal kişand ser fiyetên zozanan û yê êm û gotin: "Ger wisa biçe dê sewalvanî nemîne."  Koçerên li herêma Qerejdax a Rihayê bi germbûna dinyayê re hêdî hêdî berê xwe didin cihên bilind û hênik. Koçer di payizê de jî tên Wêranşar, Serêkaniyê û Herranê. Koçerên liv ir piştî zivistanê jî tevî konên xw eû pezê xwe berê xwe didin navçeya Solxan a Çewligê.    BER BI ÇEWLIGÊ VE   Koçerên ji Qerejdaxê niha li çêretên li qeraxên rêya Heranê ne. Koçer Hamdûllah olgûn, anî ziman ku zivistanê tên Wêranşarê û bi hatine biharê re jî tên Qerejdaxê û piştî meh û nîvekê dê biçin zozanên Solxan a Çewligê.    HEQÊ KIRÊYA ZOZANAN    Olgûn got: "Koçertî zemhet dibe û êdî em nikarin êmê heywanan bistînin. Berê tona kayê bi 500 TL'yî bû, niha bûye hezar TL." Olgûn, destnîşan kir ku zehmtiyê dikişînin û bal kişand ser heqê kirêkirina zozanan û wiha got: "Par me 5 hezar TL meaş dida şivanan, lê niha em 10 hezar TL didin. Fiyetê êm tim biha dibe. Bi vî awayî biçe em ê perîşan bibin. Par me heqê kirêya zozanan 60 hezar TL dida, lê niha em 100 hezar TL'yî didin."    'KOÇER HEYWANÊN XWE DIFIROŞIN'   Koçer Halîl Olgûn jî da zanîn ku zivistanê li Wêranşar û Serêkaniyê dimînin, niha jî li Qerejdaxê ne û paşêm dê berê xwe bidin Çewligê. Olgûn, bi lêv kir ku îsal dê bi kiryeke zêde zozanan kirê bikin û ji ber bihabûna kayê nikarin êm ji heywanên xwe re bistînin. Olgûn, destnîşan kir ku hin koçer ji ber vê heywanên xwe difiroşin û yên nafiroşin jî deyn dikin û got: "Em êdî ji neçarî vî karî dikin."    'NE WEK BERÊ YE'   Olgûn, da zanîn ku berê zozan belaş bûne, lê niha ew jî ketine ber bazirganiyê û got: "Tu titş di dest de namîne. Em rezîl dibin. Ger koçertî biqede dê goşt, penêr, şîr zor bi destan bikeve. Ger dewlet çareyekê nebîne, dê sewalvanî bimire."    MA / Mujdat Can