Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, krîz, betalî û şer ber bi qada 1'ê Gulanê ve! 2022-04-24 09:07:44   STENBOL - Nûnerên jin ên partiyên siyasî, diyar kirin ku dê di 1'ê Gulanê de daxwazên xwe yên li dijî betalî, kedxwarî, şer û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bînin ziman û gotin: "Ji Newroza bihara gelan, ber bi bihara karkeran 1'ê Gulanê ve."    Karker û kedkar amadekariyên 1'ê Gulanê dikin. Nûnerên jin ên partiyên siyasî 1'ê Gulana ku dê li Qada Maltepe ya Stenbolê bê lidarxistin nirxandin.    Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, anî ziman ku 1'ê Gulanê di şert û mercine awarte de pêşwazî dikin. Koca, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê krîzeke piralî heye û got, gel li aliyekî li hemberî krîza abor, enflasyon û betaliyê têdikoşe û li aliyê din jî li dijî polîtîkayên zilmê yên desthilatê li ber xwe dide.    Koca got: "Tevgera jinan, ew tirsa ku desthilatê afirandibû serobino kir û xwe gihand girseyan û 8'ê Adarê bi coşeke mezin li dar xist. Her wiha beriya 8'ê Adarê di çalakiyên Peymana Stenbolê, çalakiyên li dijî xizaniyê de li taxan û navçeyan cih girtin. Gaveke din a girîng jî 21'ê Adarê Newroz bû. Li seranserê welêt me hêrsa gelê kurd û gelan dît.. Lewma bi rastî jî 1'ê Gulana 2022'yan a îsal xwedî wateyeke diyarker e."    KURSUYÊN DEMOKRASÎ Û KEDÊ   Koca, bal kişand ser amadekariyên 1'ê Gulanê û got: "Em ê di 1'ê Gulanê de hemû bajaran veguherînin qadên têkoşîna gelan û çalakiyan li dar bixin. Em ê di vê çarçoveyê de bi kursuyên demokrasî û kedê, bi şahiyan hewl bidin ku gel bi awayekî çalak tevli 1'ê Gulanê bibin."    JI BO JIYANEKE NÛ BER BI 1'Ê GULANÊ VE   Koca, destnîşan kir ku jin di rêxistinkirina muxalefeta civakî de xwedî roleke pêşengî ne û got: "Ji ber ku jin barê krîzê, xizaniyê hîs dikin, tim ew li refên pêş in. Ji lew re tevgera jinan bi polîtîkayên xwe yên bi salan tirsa desthilatê serobino kir. Lewma em jin hewl didin ku bi daxwazên wekî nan, aştî û azadiyê û li dijî xizaniyê û ji bo avakirina jiyaneke nû dakevin qadên 1'ê Gulanê."    Berdevka Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlû jî destnîşan kir ku 1'ê Gulanê bi berxwedanine bihêz pêşwazî dikin û bal kişand ser çalakî û grevên karkeran.    JI NEWROZÊ BER BI 1'Ê GULANÊ    Otlû, diyar kir ku di vê pêvajoyê de jin di 8'ê Adarê de li dijî qedexeyan daketine qadan û polîtîkaya azadiya ked, zayend û bedenê li kuçeyan dane der û li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê, qanûna nafaqayê û daraza li teref mêran li kuçeyan îtirazên xwe bilind kirin. Otlû, bibîr xist ku jinan di 8'ê Adarê de li Taksûmê barîkatên polîsan rûxandine û bang kirine ku ew pergala mêr a serdest nas nakin û got: "PIştî bihara jinan, me bi Newrozê re bihara gelan dît. Bi milyonan eks daketin qadan û doza azadiya gelê kurd kir. Xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan bê rakirin. Doza mafê zimanê zikmakî kirin. Niha jî em ji bihara gelan ber bi bihara karker û kedkaran 1'ê Gulanê ve diçin."    ‘GREV Û BERXWEDAN'   Otlû, bilêv kir ku krîza aborî kûrtir dibe û bi vê re betalî û xizanî jî zêde dibe û got: "Karkerên ji saziyên dewletê tên derxistin an bedenên xwe dişewitînin an jî li malê xwe dikujin. Ev bertek ne bertekine şexsî ne, di heman demê de bertekên rêxistinkirî jî bilind dikin. Jin li hemberî mobîngê, li hemberî zayendparêziyê û ji bo rêxistinbûyîna sendîkayî li ber xwe didin. Em karker û kedkar em ê di 1'ê Gulanê de li dijî kedxwariya rejîma AKP'ê dakevin kuçeyan. Em bang li hemû jinan, ciwanan û karkeran dikin ku xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ji ber vê em ESP 1'ê Gulan bi dirûşmeya 'grev û berxwedanê' birêxistin dikin."    GIRTÎGEH   Otlû, destnîan kir ku daxwazek 1'ê Gulanê jî azadiya girtiyan e û got: "Ji bo li girtîgehan pêşî li tahde û mirinê bê girtin em ê ji bo azadiya girtiyan bang bikin. Li hemberî kesên di nava tevgera çep û têkoşîna azadiya kurd de polîtîkayeke teslîmgirtinê tê pêkanîn. Ev polîtîka ewil li girtîgehan dest pê dikin. Em ê li qadên 1'ê Gulanê bang bikin ku 'daxwazên girtiyan daxwazên me ne.'"    MA/ Esra Solîn Dal