Qurbaniyên pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin bibîranîn 2022-04-29 14:21:50   STENBOL - Saziyên sivîl ku pêşengiya pîrozbahiya 1’ê Gulanê dikin li Kazanci Yokuş, Şîşhane û Kadikoyê qurbaniyên 1’ê Gulanê bi bîr anîn.    Nûner û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Hekîmên Diransazên Tirk (TDB), Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ku pêşengiya pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dikin, li Kazanci Yokuşu, Şîşhane yên Taksîmê û Kadikoyê yên Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyan de qurbaniyên di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên berê de hatine qetilkirin bi bîr anîn. Gelek siyasetmedar jî tev li bernameyên bîranînê bûn.    Di daxuyaniyên bîranînê de banga beşdariya mitînga 1’ê Gulanê li karkeran hat kirin.