Rihayî: Em ê vê cejnê bê kulîçe û şekir derbas bikin 2022-04-30 09:03:51 RIHA - Rihayiyan anî ziman ku êdî nikarin ne kulîçeyan ne jî şekirên cejnê bikirin û gotin, wê vê cejnê bê şekir û kulîçe derbas bikin.    Krîza aborî kiriye ku êdî kes nikare şekirên cejnê û kulîçeyan (kulor) jî bikire. Li Rihayê kulîçeyên ku par kîloya wan bi 12 lîreyan bû, îsal bûye 25 TL û fiyetê şekirên cejnê jî ji 30 lîreyî dest pê dikin.    KULÎÇE Û ŞEKIR   Ahmet Yilmazê ku ji bi kulîçeyan bikire hatiye Kolana Asfaltê, anî ziman ku gava bi fiyetê kulîçeyan hesiyaye dest jê berdaye û got: "Kîloya kulîçeyan bi 25 TL'yan e. Pir biha ye. Em malbateke qelebalix in, em 5 kîloyan bikirin dike 125 TL. Em nikarin bikirin. Tenê ne kulîçe, her tişt biha bûuye. Berê me bi erzanî dikirî, lê îsal em nikarin bikirin. Cejneke xembar li benda me ye."    Yilmaz, destnîşan kir ku şekirên cejnê jî pir biha bûye û got: "Şekirên ku par bi 20 lîreyî bû, îsal bi 50 lîreyî ye. Xwedê dawiya me bi xêr bike."    Zulfîkar Kara ku 20 sal in karê kulîçe û tiştên bi vî rengî dike, da zanîn ku berê rojê 7 erebok kulîçe (her erebok 30 kîlo) difirotin, lê belê îsal rojê ancak erebokekê difiroşin. Kara got: "Sedema vê jî, nebûna pere ye. Mirov li gor budçeya xwe hereket dikin. Malbateke ku berê 5 kîlo kulîçe dikirî, niha ancax 2 kîloyan an jî kîloyekê dikire."    Kara, bilêv kir ku par kîloya kulîçeyan bi 12 lîreyan difirotin, lê îsal bi 25 TL'yan difiroşin û got: "Me tenekeya rûn bi 350 TL'yî dikirî, lê niha bûye 750 TL. Çewalek şekir bûye 840 TL. Maliyet zêde bûye. Îja yuê kirîger û hilberîner çi bikin?"    KES NIKARE ŞEKIR BIKIRE   Muslum Çîftçî ku li Qada Haşimiyeyê şekiran difiroşe, da zanîn ku 12 sal in vî karî dike. Çîftçî, bibîr xist ku ji ber pandemiyê 2 salan şekir nefirotine, lê îsal rewş ji ya dema pandemiyêx irabtir bûye. Çîftçî, got: "Pere bi mirovan re tune ye. Nikarin şekir ji zarokên xwe û neviyên xwe re bikirin." Çîftçî, bilêv kir ku par kîloya şekir bi 20 lîreyî bûye, lê îsal bi 50 lîreyî ye û got: "Fiyetê şekir ev qasî biha bûye. Kes nikare bikire. Çarşiya jêrê dilê Rihayê ye. Lê li wir jî kar nemaye. Mirov nikarin bikirin."   Çîftçî, destnîşan kir ku îsal kêm şekir anîne û got: "Lê wer xuya ye dê zarok di vê cejnê de bê şekir bimînin."    MA / Mujdat Can