Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê | 2022-05-01 12:03:49   AMED - Li Amedê bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê dimeşin Qada Îstasyonê.    Li Amedê bi pêşengiya Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Bijîşkan a Amedê, Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran tê pîrozkirin. Mitînga li Amedê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” tê li Qada Îstasyonê tê lidarxistin. Bi hezaran karker û kedkar ref bi ref ji bo pîrozbahiyê dimeşin Qada Îstasyonê. Karker pankartên wek “Em ji bo jiyanek bi rûmet û mirovî li qadan in”, “Em li dijî şer û neheqiyê li qadan in” û “Keda me rûmeta me ye” vekirin û dirûşmên “Bijî Yek Gulan” û Bijî berxwedana karkeran û “Jin jiyan azadî” berz kirin.  Karker û kedkarên dimeşin qadê li sê nokteyên kontrolê yên polîsan li ser wan tê lêgerînkirin.    REF BI REF DIMEŞIN QADÊ    Endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) li ber avahiya komeleyê, endamên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) a Nûnertiya Amedê li ber avahiya xwe, DBP, HDP, KESK û saziyên din jî ji Parka Xezal, Cadeya Gevran û Ekîncîlerê kom bûn û ref bi ref dimeşin qada mitîngê. Endamên DFG’ê pankarta “Kedkarên Çapemeniya Azad, li dijî zilmê kedxwariyê, qedexe û sansurê li ber xwe didin, bijî yekê gulanê” vekirin. Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê jî pankarta bi nivîsa “Bi hev re ber bi serkeftinê ve, mêtingerî ji xiyanetê çêdibe” ku balê dikişîne ser êrişên Tirkiyeyê yên li dijî axa Başûrê Kurdistanê vekirin û hatin qadê.    NÛNERÊN SAZIYÊN DÊ BIAXIVIN    Di mitîngê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamê Komîteya Amadekar a Mitîngê Kamûran Taş, endama MYK’a KESK’ê Gonul Kural û endamê Konseya Navenda TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya dê li ser dikê biaxivin.    Piştî axaftinan jî dê hunermend Azad Bedran û koma muzîkê ya Egîtîm Sena Amedê derkevin ser dikê û bistrin.     Hatina karker û kedkaran a qadê berdewam dike.