Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn 2022-05-06 13:08:38   STENBOL - Di keştiyeke li tersxaneya Tuzlayê de ji ber xazê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 5 karker birîndar bûn.    Ji ber xazê, di keştiyeke li tersxaneya Tuzla ya Stenbolê de teqînek çêbû. Hat zanîn ku di encama teqînê de 5 karker birîndar bûne.    Piştî agahdarkirinê jî komên tenduristî, agirkujî û polîsan hatin cihê bûyerê.