ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2022-05-13 12:24:51 STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê da zanîn ku di 4 mehên ewil ên sala 2022’yan de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan.  Meclisa Tenduristî û Ewlekariyê ya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya “Rapora Cînayetên Kar” bi daxuyaniyekê parve kir. Li gorî raporê, di 4 mehên ewil ên sala 2022’yan de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku bi meha nîsanê re (hewa germ dibe û sezon dest pê dike) cînayetên kar ên beşa înşaet û çandiniyê de zêde bûne. ÎSÎG’ê da zanîn ku di serî de metal, maden, enerjî û kîmya, di gelek beşên din ên pîşesaziyê de hejmara kesên li ser kar jiyana xwe ji dest didin zêdetir bûye.    Her wiha hat diyarkirin ku ji ber qezayên serwîs/trafîkê jî cînayetên kar zêde bûne û ev agahî hatin parvekirin: “Li gel ku cînayetên din beşên kar ên pîşesaziyê de zêde bûne, her wiha ji ber sedemên eciqîn, teqîn, şewitîn, ceryan û hwd. jî hejmara cînayetên kar zêdetir bûye. Di vê çarçoveyê de, qezayên endustriyeyî yên rê li ber cînayetên kar vedikin li bajarên weke Stenbol, Kocaelî, Îzmîr, Manîsa, Bursa, Enqere, Tekîrdag, Sakarya, Dîlok û li bajarên din ên pîşesaziyê zêdetir bûne.”    ÎSÎG’ê di rapora xwe de cih da mirina karkerên ciwan jî û da zanîn ku bi taybet cînayetên kar ên ji ber moto-kurye, metal-înşaet-tekstîl û hwd. gelek zêde bûne. Her wiha hat gotin ku bi taybet di beşên kar ên çandinî û înşaetê de hejmara zarokên jiyana xwe ji dest didin zêde ye.   33 KARKERÊN JIN JIYANA XWE JI DEST DAN    Di rapora ÎSÎG’ê de hat destnîşankirin ku di 4 mehên destpêkê yên sala 2022’yan de bi giştî 33 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan û ev agahî hatin dayîn: “Her wiha li Tirkiyeyê her sal herî kêm 100 karkerên koçber-penaber jiyana xwe ji dest didin. Gelemperiya wan bêsîgorte, bi pereyekî kêm û di şert û mercên herî talûke de dixebitin. Ev şert û mercên xebatê dike ku mirina gelek koçber-penaberan bê nixûmandin. Gelek girînge ku ji bo karkerên koçber-penaber gavên şênber bên avêtin.”   BÎLANÇOYA GIRAN   Rapora ÎSÎG’ê wiha bi dawî bû: “Li gorî daneyên li ber dest; di meha çileyê de 120, di sibatê de 109, di adarê de 121 û 129 jî di nîsanê de, bi giştî jî 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Ji van karkeran 83 jê karkeran înşaet-rê, 61 karkerên di karê veguhestinê, 57 karkerên çandinî-daristanê, 36 karkerên bazirganî-buro û 35 karkerên metalê û yên din jî ji beşên kar ên cuda bûn.”