Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda 2022-05-13 14:29:33   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê rakirina ceh a ewil a sala 2022'yan hate kirin û li navenda dexl û dan pêşkeşî firotinê hate kirin. Ji 55 donim zeviyê 940 kîlo ceh jê derket.    Li navçeya Qosera Mêrdînê rakirina ceh a ewil a sala 2022'yan hate kirin. Weke her sal rakirina ceh a ewil li Navenda Dexl û Dan a Qoserê bi merasîmekê hate pêşwazîkirin. Lê belê ji ber ku meha Avrêlê zuha derbas bû, rakirina ceh û genim jî ji ber vê yekê gelek kêm bû. Ev rewş li Navenda Dexl û Dan ji bo cotkaran bû sedema xemginiyeke giran. Cotkarê ji gundê Elevşê yê girêdayî navçeya Qoserê Mehmet Nûr Badilli ji zeviya xwe ya 55 doniman pêk tê, tenê 940 kîlo ceh rakir.    Dexl û danê salê yê ewil li Navenda Hububatê bi muzayedeyê hat firotin û esnafê bi navê Ramazan Gur ji ber ku berhema ewil a salê bû, tona wê bi 9 hezar 100 lîreyan kirî. Komeleya Zahîrevanan jî zêrekî tam ê 24 eyar diyarî Badilli kir.