TTB'ê banga mitîngê kir 2022-05-13 15:40:45   ENQERE - TTB bi dirûşma "Ked û gotin a me ye, tenduristî ya me tevan e" banga tevlibûna mitînga 29'ê gulanê kir.   Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo banga mitînga dê di 29'ê gulanê de li Enqereyê li dar bixe, daxuyanî da. Rêveberên TTB'ê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Endamê Desteya Konseya Rêveber a TTB'ê Kazim Dogan Erogullari axivî û destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiyê her ku diçe li Tirkiyeyê zêdetir dibin.    Kazim Erogullari bal kişand ser pirsgirêkên pergala tenduristiyê û wiha got: "Yên ku digotin êdî dema dorê li ber derê nexweşxaneyan, qediya bi riya pergala rendevuyê 3 mehan nikarin rendevuyan bistînin û di dora telefonê de disekinin. Yên ku dê emeliyat bibin, yên ku li benda muayene bibin û yên li malên xwe de li benda xizmetên tenduristiyê ne ji wijdana nexweşxaneyên taybet re hatine hiştin. Yên ku ji bo pergala tendûristiyê digotin me şoreş pêk aniye tenê 5 deqeyan ji bo muayenê rewa dibînin. Ev nêzîkbûn tenduristiyê dixe xizmeta sermayeyê û ev yek zirarê dide civakê û dike ku nexweşîn çêbibin."   BANGA MÎTÎNGÊ KIR    Erogulları di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Çalakiyên me ji bo keda xwe, mafên xwe û mafê civakê yên tenduristiyê daye ji aliyê îqtidarê cidî nayê destgirtin û em tên mijûlkirin. Em dizanin ku dema ku me bibiryar têkoşîn meşand em dê bigihîjin heqê xwe. Werin em bi hev re bibêjin bes e û em vê pergalê jî biguherînin. Em di mitînga 'ked û gotin a me ye, tenduristî ya me tevan e' de li hev kom bibin."    Seroka Giştî ya Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci jî wiha got: "Em welatiyan vedixwînin meşa xwe ya bi pêşmalkên spî. Dema ku em li ser tundiya bi hev neşêweirin, dê qanûna li dijî tundiyê tenduristiyê jî bi tena serê xwe têr neke. Meş û têkoşîna me ya bijîşkan heta bigihîje heqê xwe dê berdewam bike."