Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide? 2022-06-07 09:04:23   AMED – Li Amedê Safiyete Dun ku mehek e li xaniyê kirê digere û dike nake xanî bi dest nakeve got: "Hinek hene kirêya xwe pir biha ye û bi piranî jî dibejin divê hûn karmend bin. Ma qey her kes karmend e? Ma wê xizan bi ku ve biçin?"   Li Tirkiyeyê bi kûrbûna krîza aborî emlaq jî biha dibe. Ji ber bihabûna fiyetê xaniyan û kirêya wan kesên rewşa wan a aborî nebaş û xaniyên wan tune ne, di peydakirina xaniyan de zor û zehmetiyê dikişînin. Li Amedê Safiyete Dun ku tevî kurê xwe û bûka xwe di xaniyê bi kirê de ye, anî ziman ku ev mehek e li xanî digere û got, lê ew diçin ku xwediyê xaniyan ji wan re re dibêjin ew xaniyên xwe tenê didin karmendan.    BIHABÛNA KIRÊYAN   Safîyete Dun bilêv kir ku ji Cejna Remazanê heya niha li xanî digerin, lê ji ber ku xwediyê xaniyan xaniyên xwe tenê bi kirê didin karmendan xanî bi dest wan nakeve. Dun got: “Çend meh in em li xaniyan digerin. Hinek hene kirêya xwe pir biha ye em nikarin wan bigirin û bi piranî jî dibejin divê hûn karmend bin. Jixwe kirêya xaniyan jî pir biha bûye. Dema tu nikaribî kirê bidî jî, dibejin derkeve. Dema tu derdikevî jî divê tu malê bi 9 hezaran bar bikî. Ma her kes dikare ev qas pere bide? Tu kes li xizanan nafikire. Zengîn her diçe zengîn dibin, xizan jî bêtir xizan dibin. Ma wê xizan bi ku ve biçin?"   ‘XANÎ DIDIN KARMENDAN   Dun bi lêv kir ku ji ber vê kesên ne karmend mexdûr dibin û got: “Em tev însanên vî welatî ne. Divê em xaniyan bidin hev du. Divê em pêşiyê xwedî li hev du derkevin. Dema tenê xanî bidin karmendan însanên vî welatî wê li derve bimînin. Ez nizanim ka karmend çi didin wan? Ma qey her kes karmend e ku tenê didin karmendan? Karmend jî tev biyanî ne, xanî didin biyanîyan lê nadin welatiyen xwe.”   ‘PIŞTÎ YASAYA DEWLETE KIRE BIHA BÛN’   Emlaqfiroş Ahmet Ezdî jî diyar kir ku li gorî sala par fiyetê kirêyan 2 qat zêde bûye. Ezdî bilêv kir ku piştî qanûna ku dewletê derxistiye fiyetê kirêyan pir biha bûye û got: “Di komputera min de hejmara 200 kesî heye ku li derve mane. Di asasê xwe de heqê kirê her sal divê ji sedî 10 zêde bibbe, lê piştî qanûna ku dewletê derxist bihabûn ji sedî 30 zedê bû. Rojê 10 kes tên pirsa xaniyên bi kirê dikin. Li Taxa Gazilera piranî mirovên xizan dijîn, lê li wir di biniya 2 hezarî re xaniyê bi kirê tune ne."   ‘SEDEM DESTHILAT E’   Ezdî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku xwediyê xaniyan piranî dixwazin karmend têkevin xaniyên wan û got: “Ji ber rewşa aboriyê xwediyê xaniyan karmendan dixwazin. Ne karmend bin xwediyê xaniyan xanî nadin. Welatî jî ji ber ve rewşê bi gilî û gazin in. Her roj li me digerin, heqeratan li me dikin. Dibêjin hûn wisa dikin. Lê sedema vê desthilat e, ji ber ku rewşa aboriyê pir xirab bûye. Welatî tên vir dibêjin edî em ê di çadiran de bijîn, mirov ketine vî halî. Xwediyê xaniyan jî kirêgiren xwe derdixin û bi vê re kirê biha dikin û didin karmendan."    Her wiha Ezdî anî ziman ku ev demeke direj e li Amedê îmar tune ye û derpêş kir ku heke îmar vebe wê kirê ew qas biha nebin. Ezdî li ser bihabûna fiyetê xaniyan jî ev tişt gotin: “Xaniyê ku par bi 250 hezarî bû, niha bûye 850 an jî 900 hezar. Ev ne tiştekî normal e. Heke îmar vebe dê xanî ev qasî ne biha bin."