Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin 2022-07-08 11:36:07   WAN - Welatiyên li Wanê dijîn di arefeya Cejna Qûrbanê de anîn ziman ku ew nekarîn şekir û qûrbanan bistînin û berpirsyarê vê feqîriyê desthilata AKP’ê ye    Polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê yên şer her ku diçe welat zêdetir ber bi krîzekî kurtir û pûçbûnê ve dibe. Welatiyên ku di vê krîzê de cejnê pêşwazî dikin nikarin ji bo Cejna Qûrbanê şekir û qûrbanan bistînin.    Welatiyê bi navê Mûstafa Erdogmûş anî ziman ku ew nekarî ji ber bihabûnê îsal qûrban bistîne û wiha got: “Qurbanek bûye 3 hezar lîre. Em di malekê de 5 kes in û şev û roj dixebitin dîsa ji em nikarin debara xwe bikin. Sedema vê krîza aborî meşandina polîtîkayên qirêj ên desthilata AKP’ê yên ku li ser kurdan dide meşandin e.” JI BO CEJNÊ KREDIYAN DIKÊŞIN   Halîl Demîrhan anî ziman ku ew ji bo ku pêdiviyên xwe çareser bike hewl daye ku ji bankayê kredî bikişîne û wiha got: “Heya ku ev desthilat neçe di serî de krîza aborî tû pirsgirêk çareser nabin. Ji ber ku heq, hiqûq û edalet tûne em di vî halî de ne. Perê min tune ku ez şekir bistînim. Em ê di vê cejnê ji malê dernekevin.”   NIKARIN KÎLOYEKÎ GOŞT BISTÎNİN   Adnan Bûlova ê ku ji bo danûstendinê hat bazarê jî anî ziman ku ew ji ber bihabûnê dê destvala vegere malê û derbarê bihabûnê de wiha axivî: “Gelek tişt ji min xwestine lê ez nikarim bistînim. Dest ji qûrbanekê berde ez nikarim kîloyekî goşt bistînim. Ez bawer nakim ev desthilata ku tu krîz çareser nekiriye, dê nikaribe krîza aborî jî çareser bike."   Alî Elmas ê ji bo qûrbanekê bistîne hatiye bazarê anî ziman ku ew nekariye qûrbanekê bistîne û got: “Perê min tenê têrî lokûm û şekir kir.”   ‘HER TIŞT DI DESTÊ ME DE YE’   Nûrî Salçik destnîşan kir ku mirov nikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî bistînin. Salçik derbarê çareseriya ji vê qeyranê xilasbûnê de ev tişt anîn ziman: “Bingeha hemû pirsgirêkan desthilata AKP’ê ye lê her tişt di destê me de ye. Heke ku em bibin yek û deng nedin AKP’ê, dê dawî li wan bê. Bila êdî herkes destê xwe dane ser wijdana xwe. Ez bangî hemû kurdan dikim ku bila dengên xwe bidin HDP da ku hem ev desthilat biçe û hem jî pirsgirêkên me çareser bibin.”