Karkerên demsalî ji bo rojê 50 lîreyî qezenc bikin ketin rê 2018-03-23 09:04:37 MANÎSA – Ji bo karkerên demsalî yên ji Rihayê berê xwe didin Manîsayê saleke zor û zehmet dest pê dike. Karkerên ku ji bo xebatê warê terk dikin û di konan de dijîn, rojê 50 lîreyî werdigirin. Daxwaza karkeran ew e ku şert û mercên xebatê bên başkirin.  Bi hatina biharê re û germbûna hewayê re rêwîtiyeke zor û zehmet ji bo karkerên demsalî dest pê dike. Karkerên demsalî yên ji Rihayê berê xwe didin navçeya Salîhlî ya Manîsayê, rojê 12 saetan dixebitin. Karker li nêzî erdên ku li nav dixebitin konên xwe vedane û di warê ceryan û avê de zehmetiyan dikêşin. Karkerên ku ji bo xebatê berê xwe dan manîsayê, rojê bi 50 lîreyî dixebitin.    ‘ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ BANDOR LI ME KIR’    Nedîm Aytekîn (30) ku tevî hevjîna xwe, bira û bavê xwe ji Wêranşarê hat Manîsayê, diyar kir ku di warê tenduristiyê de tu ewlehiyeke wan tune ye. Aytekîn bi lêv kir ku zivistanê jî berê xwe didin hin bajarên din û di konan de dimînin. Aytekîn diyar kir ku bêyî bêjin berf û baran e dixebitin. Aytekîn destnîşan kir ku ew heta meha Cotmehê dixebitin û bi pereyê ku qezenc dikin deynê xwe didin. Aytekîn diyar kir ku li Rihayê rewşa wan a aborî baş bû, lê belê ji ber şerê li Sûriyeyê rewşa wan xirab bûye.    TEVÎ 6 ZAROKÊN XWE DIXEBITE    Hazal Çakir (50) jî diyar kir ku di sar û seqemê de ew li nav erdan dixebitin û dema karê erdan diqede ji bo ew di konan de dixebitin. Çakir, bi lêv kir ku ji ber ku hevjînê wê nexweş e, tevî 6 zarokên xwe dixebite. Çakir got, yewmiyeya wan 50 lîre ye û ev pere jî têra heqê nexweşxaneyê nake û ew bi nexweşîna astimê ketiye. Çakir got, tu qmeta karkeran tune ye û şert û mercên wan ên xebatê nebaş in. Çakir destnîşan kir ku bi salan e soz didin karkerên demsalî, lê belê şert û mercên wan ên xebatê nayên başkirin.    Ferîde Çakici (55) jî diyar kir ku mehek e ew li nav erdan îspenaxê kom dikin û di şiliyê de dixebitin. Çakici, destnîşan kir ku ew û malbatên bi hev re dixebitin piştevaniya hevdu dikin û got: Li vir derfetên me tune ne. Em û hevalên xwe tim bi hev re tev digerin. Eger pariyek nanê me jî hebe, em bi hev re parve dikin. Rewşa aborî ya herkesî nebaş e. Ji bo rê li ber vê yekê bê girtin tu gav nayên avêtin. Bi vî temenî dixebitim. Li Rihayê jî em li nav erdan dixebitîn. Lê belê axirê em li welatê xwe bûn. Her tişt li ber destê me bû. Li vir ev konên ku em tê de dimînin pir xirab in. Piştî şer her tişt serobino bû.”   ‘EM DIXWAZIN LI WARÊ XWE BIXEBITIN’    Fatma Aytekîn (26) jî diyar kir ku ew saloqat dixebitin û li gor demsalan zebze û fêkiyan kom dikin. Aytekîn bi lêv kir ku ew mehekê li mala xwe ya li Wêranşarê dimînin û paşê dîsa ji bo xebatê dikevin rê. Aytekîn got: “Eger derfetên karî hebin ma çi karê me li van deran heye? Baran û heriya axa me jî xweş e. Çimkî her tişt li ber destê te ye, cihekî ku tu aîdî wî yî heye. Li van deran em xwe wekî biyaniyan hîs dikin. Carinan ji ber ku em kurd in, bela xwe di me didin. Helbet em rê li ber vê yekê digirin. Li hemberî hemû zor û zehmetiyan jî em li ber xwe didin û dixebitin. Tekane daxwaza me ew e ku em li warê xwe bixebitin.”    MA / Ayşe Surme