Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye 2018-03-28 11:48:33 ENQERE - Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, der barê qeyrana aboriya Tirkiye de diyar kir ku di bingeha qrîza aborî ya Tirkiye de qîmeta tl ya li hemberî pereyê biyanî ye û wiha got: "Îro Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê welatên derve ye. Ev deyn li ser Tirkiye zextên zêde çê dike. Surrek bayê li derve, li nava Tirkiye bahozê radike."  Aborînas û Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, bal kişand ser qeyrana aborî ya Tirkiye û zêdebûna buhayê dolar û Euro. Şahînoz, anî ziman ku Tirkiye di warê qîmeta TL ya li hemberî dowîz (pereyê biyanî) de her ku diçe dikeve nava qeyranê û sedema vê yekê jî ji ber ku qûmeta TL ya li hemberi dowîz kêm dibe. Şahînoz, anî ziman ku di dîroka Tirkiye de yek ji sedema herî mezin a qeyrana aborî, qeyrana dovîz e û wiha got: “Tirkiye hêj nû di sala 2001'n de ket nava qeyrana aborî. Di sala 2001'an de krîza aborî ji ber qîmeta tl ya li hemberî dovîz (pereyên biyanî) kêm bû, derket holê. Beraya vê krîzê di sala 1979'an de dîsa krîz derket. Dema ewil Tirkiye xwe avêt deriyê ÎMF'ê di sala 1958'an de dîsa krîza aborî derket. Dîsa qîmeta davîz ya li hemberî tl zêde bû. Ji ber ku Tirkiye her dem hatin û çûyîna wê nabe wek hev. Her dem di aliyê debar, hatin û lêçûnê de valahiyek zêde heye.    ‘LI DERVE SURA BA LI TIRKIYE TOFANÊ RADIKE   Prof. Dr.Şahînoz, anî ziman ku Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê welatê derve ye û sedema vê yekê j ber ku hem pere û hem jî malê Tirkiye bê qîmet e. Dewlet heta 2000'an dibû deyndarê welatên derve. Niha dewletê dest ji deynan berdaye. Ji ber ku bi firotina malê dewletê deynê xwe girt. Piştre li ser sektorên taybet deyn dike. Îro 440 milyar dolar deynê Tirkiye heye. 310 milyar dolar yê şîrketên taybet in. 130 milyar dolar yê dewletê ye. Lê di encamê de ev deyn deynê Tirkiye ye. Divê Tirkiye bi awayekî vî deynî bide.  Li tevahiya cîhanê dovîz buha dibe. Lê li Tirkiye 5 qat zêde dibe.    ‘SEKTORÊN TAYBET JÎ DÊ HILWEŞIN'   Şahînoz, bal kişand ser şîrketen taybet jî û anî ziman ku wisa bidome dê şîrketên taybet jî êdî nikaribin kar bikin. Şahînoz, anî ziman ku divê îro Sektorên taybet 200 milyar dolar pere bidin derve û wiha got: "Sektor li rêjeya kar û buhabûna dovîzan dinerin. Niha sektorên taybet bêzar bûne. 4 TL derbas kir. Pêlek li derve dovîz li hemberî TL buha dike. Ev bêtir Tirkiye dixe bin deynan. Deynê derve zêde dibe enflasyon zêde dibe."    Şahînoz, anî ziman ku di çar salên dawî de sermayeya derve ji 20 milyar dolaran daketiye 10 milyaran û wiha bi dawî kir: “Di sala 2001'an de jî wisa bû. Mirovên dît rewş xera dibe rahiştin pereyên xwe û derketin derve. Ger ku îro jî yên biyanî rahêlin pereyên xwe û biçin derve, dê bandora neyînî zêde bibe.    ŞERÊ LI SER EFRÎNÊ BANDOR KIR   Di serî de şerê li ser Efrînê û operasyonên din yên li Tirkiye bandorek neyînî li ser aboriya Tirkiye kiriye. Lêçûna leşekrî pir zêde ye. Gelek çavkaniyên aboriyê di xizmeta lêçûna butçeya parastin û leşkerî de ye.      MA / Selman Guzelyuz