Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû 2018-03-30 11:38:02   ENQERE – Li gorî daneyên îstatîstika bazirganiya derve ya TÛÎK'ê ya meha Sibatê, bazirganiya derve ya Tirkiye ji sedî 54 zêde bûye. Bazirganiya Tirkiye ya derve gihiştiye 5 milyar û 761 milyon dolaran. Ev jî nişan dide ku Tirkiye di bazirganiyê de êdî bi welatê derve girêdayî ye.    Li gorî daneyên Saziya Îstatistikê ya Tirkiye (TUİK) ya meha Sibata 2018'an Tirkiye di îthalata bazirganiya derve de bêtir bi derve hatiye girêdan. Li gorî daneyên TUİK Tirkiye îthalat li gorî îxracatê ji sedî 54 zêde bûye. li gorî sibata 2017'an ji sedî 9 zêde bûye. Bazirganiya ji derve welat li gorî bazirgan ji hundirê welat ji sedî 54 zêde bûye. Tirkiye di meha sibatê de bi 5 milyar û 761 milyon dolar mal ji derve stend, lê nêviyê wî firot. Ev nîşan dide ku Tirkiye bêtir di qada bazirganiyê de bi welatên derve girêdayî ye. Zêdetir dikire, lê kêm difiroşe.