Ji TUSÎAD’ê berteka kirîza vîzeyê: Divê têkilî asayî bibin 2017-10-09 11:02:10   STENBOL – Berteka ewil a li dijî rageşiya vîze ya DYE ji TUSÎAD’ê hat. Serokê Konseya Îstîşareya Bilind Tucay Ozîlhan got: “Rageşiya bi DYE’yê re xetereyê dide. Divê têkilî asayî bibin.”    Berteka ewil a li dijî rageşiya vîze ya di navbera DYE û Tirkiyê ji nûnerên sermayê hat. Li ser mijara kirîza vîzeyê Serokê Konseya Îstîşareya Bilind a Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirk (TUSÎAD) Tucay Ozîlhan daxuyanî da. Ozîlhan di têlefonê de bersiva pirsên Bloombergê da. Ozîlhan diyar kir ku demek dirêj e di navbera DYE û Tirkiyê de pirsgirêkên komî ser hev bûne hene û got: “Bi têkiliyên dîplomatîk re divê têkiliyên navbera DYE û Tirkiyê asayî bibin.”    ‘PIRSGIRÊK BÛNE GILOK’    Ozîlhan destnîşan kir ku pirsgirêkên her du welatan veguheriye “giloka pirsgirêkan” û wiha got: “Ez wek kesek 50 sal e li têkiliyên bi DYE’yê re temaşe dikim ez dikarim vê bêjim ku du welat gelek pirsgirêkên biçûk jiyîn. Piştî temasên Tirkiyê bi Rusya, Îran û Venezuala re pirsa ‘Tirkiye xeta xwe diguherîne gelo?’ heye. Peywîra têkiliyên bi Tirkiyê re nerm kirin hem peywîr dikeve ser milê DYE û hem jî dikeve ser milê welatên Rojava.”