Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin 2018-04-10 14:15:49   STENBOL - Nûner û rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê têkildarî bernameya 1'ê Gulanê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji bo 1'ê Gulanê li Qada Taksimê pîroz bikin bi her awayî serî li Walîtiyê dan, lê Walîtiya Stenbolê hemû serlêdanên wan neyînî bersivandine. Karker û kedkaran diyar kirin ku ew dê îsal 1'ê Gulanê li Qada Mitîngê ya Maltepe pîroz bikin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, ani ziman ku evîna wan tu carî neqediya û naqede.    Nûner û rêveberên Sendîkayên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê, têkildarî pirozbahiya 1'ê Gulanê, li navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, Hevserokên Giştî yên KESK'ê Mehmet Bozgeyik û Aysun Gezen, Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Raşit Tukel, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz û gelek kesên din amade bûn. Li salona sendîkayê pankarta “Ji bo Demokrasi û Rojên xweş werin 1'ê Gulanê" vekirin. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir, Serokê Giştî yê SYKP Ahmet Kaya, Hevseroka Gişti ya Malên Gel Nuri Gunay, Serokê EMEP'ê yê Stenbolê Guven Gerçek û Hevberdevkê HDK'ê yê Stenbolê Atilla Ozdogan û gelek kesên din amade bûn û piştgirî dan daxuyaniyê.    ‘EVÎNA ME YA TAKSÎME DÊ NEQEDE'   Li ser navê hemû sendîka û rêxistinan Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko daxuyani da. Beko, diyar kir ku wan her dem diyar kirin ku ew ne alîgirê şerê civakî ne û her dem diyar kirin ku alîgirê aştiya civakî ne. Me her dem xwest em 1'ê Gulanê li Taksîmê piroz bikin. Evîna me ya Taksîme tu carî ne qediya û dê tu carî ev evîna Taksîmê neqede. Ji bo em 1'ê Gulane Roja Yekîtî, Piştevaniya Têkoşînê li çar aliyê Tirkiye pîroz bikin me dest bi xebatan kiriye. Wekî her sal em dê îsal jî daxwaza mafê parastina kedê bikin. Em dê daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê bikin. Ji bo em 1'ê Gulane li Qadan pîroz bikin di serî de me ji Wezîrê Karên Hundir û hemû saziyên eleqeder re got.    Beko, anî ziman ku ji ber Tirkiye ne welatê hiqûqê ye daxwazên wan rastî astengiyan tên û nayên bersivandin û wiha got: “Em sendîkayên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB di serî de hemû saziyên xwe yên dost bi hevre dakevin qadan û bi hevre 1'ê Gulanê pîroz bikin. Di serî de li Stenbol û hemû bajarên Tirkiye bernameyên pîrozbahiyê pêk bînin.    Beko, anî ziman ku ew dê 1'ê Gulanê li Stenbolê li Qada Maltepe pîroz bikin û li çar aliyê Tirkiye pirozbahiyan pêk bînin. Beko, da zanin ku ew dê mil bidin hev û bi hevre pîrozbahiyan pêk bînin. Beko, da zanîn ku karker, kedkar, yên birçî, xizan, kesên keda wan û mafê wan tê binpêkirin, hemû li qadên 1'ê Gulanê daxwazên xwe bînin ziman û wiha got: "Ji bo ewlehiya kar, tenduristiya karkeran û di kar de neyên kuştin û seqet nemînin, li dijî sermayeya hov, li dijî kedxwarî, desteserkirina kedê, pêşeroja Tirkiye, aştî, demokrasî, edalet, azadî û aramiyê dê di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. Beko, da zanîn ku li dijî metîngerî, dagirkerî, kedxwarî, yek zilamî, li dijî şer û ji bo parastina aştiyê li dijî KHK û OHAL'ê dê dakevin qadan."