Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin 2018-04-11 09:26:25 WAN – Qirîza aborî esnafên bazarên taxan jî aniye asta îflasê. Welatî ji ber bihayên zêde bi gazin in. Welatî diyar kirin ku beriya niha fêkî û sebzeyên bi qaseyan dikirîn, lê niha nikarin bi kîloyan jî bistînin û dest vala vedigerin malên xwe.  Li Tirkiyeyê û bajarên herêmê roj bi roj qirîza aborî giran dibe û li bandorek neyînî li ser welatî û esnafan dike. Qirîza aborî esnafên bazarên taxan ên Wanê anî asta topavêtinê û welatî jî diyar dikin ku ew nikarin dakevin bazarê û tiştekî bikirin. Esnaf û welatiyan got ku tekane riya çareseriya aborî bidawîkirina şer e û pêkhatina aştiyê ye.    'ÇARESERIYA QIRÎZÊ AŞTÎ YE’    Bedel Pala ê 25 sal e li bazaran fêkî û sebzeyan difiroşe anî ziman ku roj bi roj zexîre, fêkî û sebze biha dibe û got: “Kes nikare tiştekî bikire. Hilberînên li ser dezgehên xwe em nikarin bifiroşin û hemû xera dibin. Mirov bê kar in û qirîz xwe li me dipêçe. Çareseriya vê meseleya aboriyê anîna aştiyek mayînde û aramiyê ye. Aştî pêk were dê aborî jî rast bibe.”    ‘DU SALÊN DAWÎ ÊŞA ABORIYÊ DIKIŞÎNIM’    Mîrhan Atlak ê bazarvan jî da zanîn ku pîşeya bazarê ji bavê xwe wergirtiye û wiha got: “Ez ji zarokatiya xwe ve vî karî dikim. Di du salên dawî de êşa em ji ber aboriyê dikişînin, me tu demê nekişandiye.”    ‘EZ DESTVALA VEDIGERIM’    Mehmet Akaryuz ê 70 salî ku ji bo dan û stendinê daket bazarê jî destnîşan kir ku rewşa wî aborî sifir e û wiha dewam kir: “Ji bazarê destvala vedigerim malê. Çunkî pere nîne. Her tişt pir bihaye û êdî em nikarin bi kîloyan jî bistînin. Îro ez ji bazarê destvala vedigerim malê.”    ‘10 KES NIKARIN LI KESEKÎ BINÊRIN’    Hasan Yokuş ê ji sala 1986’an vir ve esnafiya bazarê jî dike diyar kir ku 40 sal e ew esnafiyê dike û du salên dawî salên herî dest teng bûn e. Yokuş bal kişand ser bobelata aboriyê û got: “Berê berîkê min tije pere bûn û min li 10 ferdan dinêrî. Lê niha 10 kes nikarin li kesekî jî binêrin. Roj heye em nikarin pereyê nan bibin malê. Em kar dixwazin, şer naxwazin.”    ‘ÊDÎ EM NIKARIN BI KÎLOYAN JÎ BISTÎNIN’    Ayşe Yildiz jî anî ziman ku berê fêkî û sebzeyan bi kasayan dikirîn, lê niha nikarin bi kîloyan bistînin. Yildiz wiha got: “Rewşa me her ku diçe ber bi şerpeziyê ve diçe. 10 ferdê malbatê hene, lê ji her sebzeyê tenê dikarin kîloyekê bikirim. Îdareya me nabe.”    ‘SIBÊ EM TÊN Û ÊVARÊ VALA VEDIGERIN’    Murat Yilmaz ê esnafiyê dike jî destnîşan kir ku ew di rewşek nebaş a aborî de derbas dibin û got: “Kar tune ye û hêza me ya kirînê jî nemaye. Em wek berê nikarin tiştekî bikirin. Çunkî di berîka gel de pere nemane. Serê sibê em tên û êvarê jî dest vala vedigerin. Her kes emanetî xwedê ye.”    MA / Mahmut Ruvanas