Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e 2018-04-11 10:18:43 ÎZMÎR – Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Mahir Kiliç piştî ji kar hat avêtin ji bo dîsa mafê xwe yê kar bistîne 5 mehin di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Bijîşkê TÎHV'ê Zeki Gul, diyar kir ku êdî rewşa tenduristiya Kiliç krîtî e xwest bi lez gavên çareseriyê bên avêtin û daxwazên wî bên qebûkirin.  Karkerê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê Mahîr Kiliç ku di fîrmaya Îzenerjî de kar dikir tevî 258 hevalên xwe ji kar hat avêtin, ji bo mafê xwe bistîne 150 rojin di çalakiya greva birçibûnê de ye. Kiliç ku bavê Yaren a 9 salî ye û hevsera wî ducanî ye, çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya Kiliç li Qada Konakê berdewam dike. Kiliç û hevalên xwe yên li ber avahiya şaredariyê dest bi çalakiyê kirine her roj bi Şaredarê CHP'î Aziz Kocaoglu re tên hemberî hev.    Kiliç ku nûnerê Genel-Îşê yê Sendîkaya DÎSK'ê bû, helwesta sendîkayê jî rexne dike. Her çend sendîka dibêjin “Em çalakiyê dişopînin' jî piştgiriya ku Kiliç dixwaze nadin wî. Kiliç, ji ber 150 rojin di çalakiya girevê de ye tenduristiya wî jî her ku diçe xera dibe. Heta niha 19 kilo daye û zeîf bûye.    KER KOR Û LAL IN    Hevalê Kiliç Bariş Kaya, diyar kir ku malbata Mahîr piştî çalakiya Mahîr 5 mehin birçîne û wiha got: "Mahîr ji bo rûmet û mafê xwe di çalakiya grevê de ye. Niha rîska wî ya jiyane heye. Bandora xwe li ser tenduristiya wî kiriye. Niha rayedar li hemberî çalakiya Mahîr ker, kor û lal in. "    DR. GUL: JIYANA WÎ DI BIN RÎSKÊ DE YE   Ji bijîşkên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Zekî Gul jî diyar kir ku tenduristiya Kiliç ber bi xeteriyê ve diçe û ketiye pêvajoyek xerab. Dr. Gul, ani ziman ku wî berê gelek çalakiyên greva birçîbûnê şopandine. Niha Kiliç di pêvajoyek girîng de ye. 150 roj pir girîng e. Kesekî di greva birçîbûnê de be ji bo wî kêlî û saet pir giring in. Di kêlî û saetan de dibe rewşa tenduristiya wî bê guheritn. Ji ber vê yekê niha tenturistiya Kiliç di rewşek krîtîk de ye.  Divê rayedar bi demek lezgîn daxwazên wî qebûl bikin û gavên çareseriyê bavêjin."    MA / Ahmet Kanbal