'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’ 2018-04-11 13:18:56 STENBOL  - Koma Beşdarbûna Demokratîk berî hilbijartina lijneya giştî ya ÎTO ya roja Şemiyê, bertek nîşanî medyaya hewzê ya wan dike hedef nîşan da û got: “Di hilbijartina Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk dê nekeve trafoyê.” Odeya Bijişkên Stenbolê (İTO) dê hilbijartina lijneya rêveberiya xwe ya du salan di 15’ê Nîsanê roja Yekşemê pêk bîne. Lijneya Rêveber a İTO berî hilbijartina Lijneya Giştî derbarê medyaya hewzê û desthilatdariyê yên wan hedef nîşan didin de civîna çapemeniyê li Odeya Bijîşkên Stenbolê pêk anî.  Endamên Koma Beşdarbûna Demokratîk beşdarî civîna çapemeniyê bûn.    ’BI DANEHEVEKE 30 SALÎ EM BERENDAMÊ HILBIRJARTINÊ NE’   Li ser navê komê Dr. Osman Ozturk daxuyanîda û wiha axivî: “Em hemû sazî û dezgehên zanîngeh, nexweşxaneyên taybet, navendên tenduristiya malbatan û hemû hempişeyên xwe ziyaret dikin û dawetî hilbijartinê dikin. Hilbijartinên Odeya Bijîşkên Stenbolê bi vekirî û demokratik pêk tên. Alîgirinên medyayê ji bo hilbijatinên me, gote gotan derdixin, belav dikin û dinivîsîn. Yek ji wan jî ne rastin. Dê di hilbijartinên lijneyê de pisîk nekeve trafoyê. Di fitrata me de necamên ezmûnan dizîn, dek û dolan di hilbijatinan d kirin tuneye. Em bang li hemû kesê dikin ku di hilbijartinên 15’ê Nîsanê roja Yekşemê xwedî li dengên xwe derbikevin. ”