Ji Antalyayê bang: Di 1’ê Gulanê de dakevin qadan, di 14’ê Gulanê de herin ser sindoqan 2023-04-30 10:41:36 ANTALYA - Nûnerên sendîka û partiyên siyasî ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya li Antalyayê bang kirin û wiha gotin: “Em ê di 1’ê Gulanê de li qadan bin û di 14’ê Gulanê de jî ji polîtîkayên zilmê yên îktîdarê re bibêjin na.”    1’ê Gulanê dê sibe li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi atmosfera hilbijartinê were pîrozkirin. Yek ji bajarên ku ji bo pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bang lê tên kirin jî Antalya ye. Di 1’ê Gulanê de gelê Antalyayê dê bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê biherike qadan. Karker, dê sibe saet di 15.00’an de li Parka Aydin Kanza kom bibin û bi awayekî girseyî ber bi Qada Cumhuriyetê ve bimeşin. Piştre jî dê li qadê mitîng were lidarxistin.    'EM Ê DI 14’Ê GULANÊ DE HESABÊ BIPIRSIN’   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Antalyayê Mûstafa Vakît da zanîn ku polîtîkayên aboriyê yên desthilata AKP-MHP’ê rê li ber krîzên mezin vekiriye û wiha got: “Desthilatê, meyla xwe da ser sermayeyê û bi sepanên xwe yên înkar û zextê re li ser civakê zextekî giran ava kir. Li rexekî alîgirên wan di nava refahê de dijîn û li rexa din jî xelk bi birçîtiyê tê terbiyekirin. Lewma jî 1’ê Gulan û 14’ê Gulan dê bibin rojên hesabpirsînê. Em hewl didin 1’ê Gulanê jî bi ruhê Newrozê pîroz bikin. Desthilatiyê fêm kir ku winda dike lewma êrişî rojnameger, parêzer û endamên partiyê dike. Em jî divê li hemberî vê pir mezin li ber xwe bidin. Banga me li tevahiya gelê me ew e ku di 1’ê Gulanê de dakeve qadan.”    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ   Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yê Antalyayê Nûrettîn Sonmez jî diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê di demên dawî de zextekî giran li kedkaran dikin û wiha pê de çû: “Çavkaniyên welêt bi awayekî adilane nayên parvekirin. Bi milyonan kes di bin sînorê birçîtiyê de dijîn. Bi taybet jî li Antalyayê kirê pir biha ne û bi zemên tên kirin re xelk nikare êdî debara xwe bike. Kedkar, van polîtîkayan qebûl nakin. Em kedkar, pergaleke ku tevahiya dahata me pêşkeşî sermayedaran dike qebûl nakin. Wer in em di 1’ê Gulanê de qadan tije bikin û piştre jî di 14’ê Gulanê de biherikin ser sindoqan û van polîtîkayên wan têk bibin. Daxwaza me kedkaran, rêveberiyeke ku maf û keda kedkaran diparêze ye. Dema hûn dengê xwe didin jî vê baş bifikirin. Em ê di 1’ê Gulanê de li Antalyayê tevî hemû saziyên xwe li qadê bin. Banga me jî ew e ku hemû kes mil bide milê me û ji van polîtîkayên zilmê re bibêjin na.”    JI BO JIYANEKE MIROVANE   Nûnerê Herêma Behra Spî ya DÎSK’ê û Serokê Şaxa Sendîkaya Genel-Îşê yê Antalyayê Vedat Kuçuk jî wiha got: “Reqemên fermî yên enflasyonê jî ji sedî 15’ê firiyan ji sedî 51’ê. Em tevek xizan bûn. Pariya nanê me tevan biçûk bû. Bi milyonan kes xizantir bûn lê dewlemend hîn bêhtir dewlemend bûn. Lê ev rewş wiha nadome. Lê dijî zîhniyeta ku welatê me weke şîrketekê birêve dibe, em ê ji bo xwedîderketina li keda xwe di 1’ê Gulanê de li qadan bin. Ji bo jiyaneke mirovane, ji bo xebata mîna mirovan û karê bitemînat, banga me li tevahiya gelê me ew e ku tev li 1’ê Gulanê bibin. Em ê vê pergala ku mafên me ji bo keyfa yekkesî hiştin, biguherînin.”    MA / Delal Akyuz