Dolar rekoreke din derbas kir: Hikûmetê kura dualî ava kir 2023-05-11 15:55:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Aborînas Ozgur Demîrtaş da zanîn ku dolar li Kapali Çarşiyê bi 21,23 TL’an e got ku hikûmetê li welêt kura dualî ava kiriye.    Wezîrê Xizîne û Darayî Nûrettîn Nebatî gotibû “Di mijara aboriyê de karên baş tên kirin, me bi serê xwe girtiye û pêş dikevin.’ Lê li Kapali Çarşiyê ku navenda bazirganiyê ya temamiya herêmê ye, liv û tevgereke zêde heye. Ev yek rewşa aboriyê bi awayekî şênber radixe ber çavan.    Ji bo hilbijartinan 3 roj mane ku dolar rekoreke din derbas kir û bi 19,57’an tê firotin. Lê belê aborînas Prof. Dr. Ozgur Demîrtaş got ku li Kapali Çarşiyê dolar bi 21,23 TL’an tê bikaranîn.    ‘HIKÛMETÊ KURA DUALÎ AVA KIR’   Demîrtaş, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal wiha got: “Kur a Kapali Çarşiyê 21.23 ye. Tiştên hûn li bankan dibînin ji bîr bikin. Kura rast a Piyasaya SERBEST ev e: Hikûmetê li welêt kur a DUALÎ ava kir...”   FIROTINA ZÊRAN DU QET ZÊDE BÛ   Li Kapali Çarşiyê her wiha liv û tevgereke zêde ya zêr jî heye. Banka Navendî ji bo mudaxaleyî piyasayê bike û rezervên xwe kêm bike dest bi firotina zêr kir. Li ser vê yekê li Kapali Çarşiyê firotina zêr du qet zêdetir bû.