Kesên ji bo kar berê xwe didin welatên ereban vedigerin 2018-04-15 09:15:25 HATAY – Kesên ji ber betaliyê ji Tirkiyeyê berê xwe didin hin welatên ereban, ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan vedigerin. Niha amadekariyên avakirina Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên wan tê kirin. Dê ev komele mafê karkerên li derveyî welat dixebitin biparêze.  Her diçe li Tirkiyeyê krîza aborî kûrtir dibe. Kesên ji ber betaliyê û krîza aborî ya li Tirkiyeyê, ji bo xebatê berê xwe didin Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Quweyt û Katarê. Lê belê gelek karkerên çûn van welatan vegeriyan Hatayê. Niha jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkeran ên li van welatan, Komeleya Piştevaniyê ya Karkerên Derveyî Welat û Malbatên tê avakirin. Ozcan Ozçelîk diyar kir ku ji ber krîzên aborî û rageşiyên siyasî yên li welatên ereban, gelek karkerên ji Hatayê diçin van welatan vedigerin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên karkerên derveyî welat ên Hatayê ew ê komeleya navborî ava bikin û xwe ji bo kesên vegeriyane welat qadên îstihdamê bên peydakirin.    Ozçelîk diyar kir ku li tevahiya Hatayê, zêdeyî 100 hezar kes li Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Quweyt û Qatarê dixebitin, lê belê ji ber krîza aborî û rageşiyên siyasî yên li van welatan ji sedî 20’ê karkeran vegeriyan welat. Ozçelîk, bi lêv kir ku karker rojê 14 saetan dixebitin û bi nêvengî mehê 4 hezar lîreyî distînin. Ozçelîk destnîşan kir ku geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn bi awayekî zêde bandor li aboriyê kiriye.    Ozçelîk nemaze jî bal kişand ser rewşa karkerên biyanî yên li Erebîstana Siûdî û got: “Şerê li Sûriye û Yemenê, di warê maddî de pişta Erebîstanç şikandine. Ji ber krîza aborî hema bêje Erebîstan her roj biyaniyan ji welatê xwe derdixîne. Her wiha bacên biyaniyan zêde zem dike.” Ozçelîk diyar kir ku ji ber rewşên wisa karkerên ji Tirkiyeyê vedigerin welêt û got: “Yên vedigerin jî ditirsin betal bimînin. Çimkî rêjeya betaliyê zaf zêde ye. Dema karkerên li derveyî welat jî bên, dê li welat rêjeya betalan zaf zêde bibe. Divê ji bo vê yekê tevdîr bên girtin. Divê kardêrên li Hatayê xebatên ji bo peydakirina qada îstihdamê bikin.”    Ozçelîk diyar kir ku ew dixwazin bibin dengê karkerên li derveyî welat û got: “Bi komeleya ku em ê ava bikin, em dixwazin di warê hiqûqî de pirsgirêkên karkerên li derveyî welat çareser bikin û ji bo yên vedigerin jî qadên îstihdamê peyda bikin û pirsgirêkên wan ên teqawidbûyînê çareser bikin û ragihînin meclîsê.”