Di Endeksa Hejariyê de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye 2023-05-28 15:28:49   ENQERE - Di daneyên Endeksa Hejariyê de Tirkiyeyê di rêza dehemîn de cih girt.    Profesorê Aboriya Sepanî Steve Hanke ku li Zanîngeha John Hopkins a DYA’yê dixebite, daneyên endeksa hejariyê ya sala 2022'yan parve kir. Li gorî daneyên Hanke, Tirkiye di Endeksa Hejariyê de di rêza 10’emîn de ye.    Hanke, endeksa hejariyê ya sala 2022’yan a Tirkiyeyê weke 101,6 tespît kir û got ku sedema herî mezin a hejariya li Tirkiyeyê jî enflasyon e. Li gorî daneyên Hanke, di rêza ewil a endeksê de Zîmbabve heye. Piştî Zîmbabveyê rêza endeksa hejariyê ya heta dehan wiha ye; Venezûela, Sûriye, Lûbnan, Sûdan, Arjantîn, Yemen, Ukrayna, Kûba û Tirkiye.