Civîna kêmtirîn mûçeyê bi dawî bû: Reqemek nehat diyarkirin! 2023-06-13 16:12:34   ENQERE - Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê civîna xwe ya ewil li dar xist lê reqemek parve nekir.    Komîsyona Tespîtkirina Kêmtirîn Mûçeyê civîna xwe ya ewil li dar xist. Civîn, li Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî hate lidarxistin. Turk-Îş weke nûnera karkeran û Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Tirkiyeyê (TÎSK) jî weke nûnera karmendan tev li civînê bûn. Nûnerên Turk-Îşê piştî civînê daxuyanî da û wiha got: “Em dixwazin ev pêvajo beriya cejnê bi dawî bibe.” Lê têkildarî kêmtirîn mûçeyê reqemek nehate dayîn. Serokê Şandeya Turk-Îş’ê Velî Solak got ku ji bo civînê dîrokek nehatiye diyarkirin.    Bi domdarî Solak da zanîn ku ew dixwazin kêmtirîn mûçe li gorî şertên demê, krîza aborî, kirêyên malê û bihabûna jiyanê were diyarkirin û ev tişt anî ziman: “Belgeyên fermî hatin xwestin. Em ê daxuyaniyê bidin. Reqemek nehat diyarkirin.”