Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye 2023-06-15 09:02:42   RIHA  - Esnafên Sûka Girtî ya dîrokî ya Rihayê ji ber krîza aborî bi gilî û gazin in. Esnafên sûkê diyar kirin ku 2 hefte ji Cejna Qurbanê re maye, lê sûka ku berê ji mirovan xalî nedibû, niha vala ye.    Krîza aborî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê her diçe kûrtir dibe. Piştî hilbijartinên giştî û yên serokkomriyê dolar bi ser 20 TL'yî ket û krîza aborî barê welatiyan girantir kir. Esnafên Sûka Girtî ya dîrokî ya Rihayê ku di sala 1562'an de hatiye çêkirin jî ji ber krîza aborî û bihabûnê bi gilî gazin in. Sûka ku 462 sal berê hatiye çêkirin û cihekî girîng ê aboriya bajêr e, hema bibêje vikîvala ye. Çendî ber destê Cejna Qurbanê ye jî, sûka ku warekî girîng ê aboriya bajêr e û berê ji mirovan xalî nedibû, hema bibêje niha vik û vala ye. Esnafên sûkê bi lêv kirin ku ji ber bihabûnê mişteriyê wan kêm bûne û êdî tu kes nayê Sûkê.    'HER TIŞT 3 QAT BIHA BÛYE'   Mehmet Akkûş ku 30 sal in li sûkê cilan difiroşe bi lêv kir ku tevî 2 hefte ji cejne re mane jî kar wan sekan e û ev tişt anîn ziman: "Berê ev der tije dibû. Lê niha ji ber bihabûnê û krîza aborî tu kes nikare tiştekî bikire. Her tişt 2 qat, 3 qat biha bûye. Dema muşterî tên vir, xwe bi me aciz dikin. Li gor xwe mafdar in, ji lew re ji wan tirê em fiyetan biha dikin. Lê tu kes ranabe ji desthilatê re tiştekî nabêje. Divê dolar erzan bibe. Heke dolar biha bibe dê her tişt jî biha dibe."    'JI SIBEHÊ VE MIN TIŞTEK NEFIROTIYE'   Mehmet Taşkinê 25 sal in karê cilfiroşiyê dike jî diyar kir ku ji ber bihabûnê esnaf jî tengijîne û wiha got: "Bi pandemiyê re krîza aborî dest pê kir. Em bi hevî bûn ku piştî hilbijartinan rewş hinekî din baş bibe, lê her diçe her tiş biha dibe. Min dikana xwe serê sibehê vekiriye, lê heya niha min tiştekî jî enfirotiye. Em ê bi vî awayî çawa debara xwe bikin? Weke esnaf rewşa me pir xirab e. Bila dewlet car carinan li rewşa esnafan jî binêre. Debara mirovan pir zehmet bûye. Havînî em li benda turîstan bûn, lê îsal turîst jî nehatin. Ji ber vê jî karê me sekiniye. Divê demildest krîza aborî bê çareser kirin."   'BILA PÊŞÎ LI BIHABÛNE BIGRIN'   Emrah Yenîay jî ku 15 sal in cilfiroşiyê dike, der barê rewşa esnafan û krîza aboriyê de ev tişt gotin: "Her ku diçe karê me kêm dibe. Bihabûn pir e, ji ber wê jî kes tiştekî nakire. Ji ber wê ez bang li rêveberan dikim ku pêşî li vê bihabûnê bigrin. Berê gava 2 hefte ji cejnê re bimana bazar tije dibû, lê niha em rûniştine kirîdar nayên û tu tiştî nakirin. Me berê tîşortekî bi 20 TL'yan difirot, niha em bi 50 TL'yan difroşin. Em jî dizanin ku ev 50 TL nake. Û welatî jî di bertekên xwe de mafdar in, lê tiştek ji destê me nayê. Welatî dibêjin biha ye, em nikarin bikirin. Em jî dema fiyetê wan diyar dikin, kêfxweş nabin."    SÛK VIKÎVALA YE   Esnaf Halît Ozkan jî bal kişand ser bihabûna dolar û dovîzê û got: "Her tişt giredayî dolar e. Dema dolar biha dibe, dan û standin jî biha dibe. 2 hefte ji cejnê re mane lê Sûk vala ye, tu kes tiştekî nakire. Ji ber krîza aborî û bihabûna dolar her tiş biha bûye, êdî welatî nikarin tiştekî bikirin. Dema welatî tên, bertekê nîşanî me didin. Weke esnaf daxwaza me, dewlet dest bavejê krîza aborî û wê çareser bike."   Îsmaîl Yildirim ê 25 sal in karê cilfiroşiyê dike jî têkildarî rewşa xwe ev tişt bi lêv kirin: "Her ku diçe dan û standin kêm dibe. Ji ber bihabûnê êdî kes nikare tiştekî bikire. Dema welatî tên, xwe bi me aciz dikin. Lê ev ne bela me ye. Em jî dixwazin erzanî hebe ku dan û stendin çêbibe."    Abdurrahman Baybûrs jî bal kişand ser dîroka Sûkê û wiha got: "Niha dan û standin sekiniye. Berê ne wisa bû. Her wiha ev sûk, sûka herî dîrokî ya Rihayê ye. Lê kes qîmetê nade vê sûkê. Divê rêveberên bajêr bêtir li ser vê sûkê bisekinin û ji bo ewlehî û xweşikiya sûkê xebat bên kirin."   MA / Mahmut Altintaş