Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire 2023-06-17 09:01:21   WAN - Sewalvanên Bazara Heywanan a Wanê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî kes nikare heywanan bikire û bifiroşe û xwestin ku qedexe û ambargoyên ku dibin sedema kûrbûna xizaniyê bên rakirin.    Navenda çandinî û sewalvaniyê Wan, bi nêzî 3 milyon pezê xwe di rêza ewil a Tirkiyeyê de ye. Wextekê ji Wanê ber bi bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, Îran, Iraq û Sûriyeyê heywan dihatin îxrackirin, lê niha ji ber krîza aborî, qedexekirina zozanan û girtina deriyên sînor zirareke mezin gihîştiye sewalvaniyê. Gelek sewalvan ji ber van sedeman heywanên xwe firotine û dest ji sewalvaniyê berdane.    Niha jî çend ji Cejna Qurbanê re hindik mabe jî, sewalvan bêhêvî ne. Li bazara Heywanan a Wanê mihek di navbera 4-6 hezar TL'yan de û dewarek jî di navbera 50-70 hezarî de tê firotin.    ‘EM Ê ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?'   Cotkar Keser Aslan bibîr xist ku beriya Cejna Remeaznê Bazara Heywanan ji ber nexweşîna tebeqê hatiye girtin û got: "Armanca wan gel tî û birçî bihêlin û perîşan bikin." Aslan bilêv kir ku çendî niha ji Cejna Qurbanê re hindik mabe jî, sewalvan û cotkar nikarin nan bibin mala xwe û got: "Em pez difiroşin. Fiyetê wan di navbera 5-6 hezaran de ye, lê kes nakire. Niha li pêşiya me Cejna Qurbanê heye, lê tê gotin ku dê car din nexweşîna şapê bikin hincet û car din qadê bigirin. Em ji sibehê heya êvarî heywanekê jî nafiroşin. Heywana ku em difiroşin jî, ancax 100 lîre ji me re dimîne. De were û bi vî pereyî debara mala xwe bike. Em ê çaw abi vî pereyî bijîn?"    ‘BILA AMBARGO BÊ RAKIRIN'   Aslan destnîşan kir ku sedema xirabiya aboriyê zextên li ser kurdan e û got: "Tu tişt nema nehat serê me kurdan. Niha jiyana tu kesî ne xweş e. Tekane sedema vê pirsgirêkê dewlet e. An bila vê meseleyê çareser bike, yan jî bila bi derew û qedexeyan bes mirovan bixapîne. Em ji dewletê dixwazin ku dawî li van qedexe û ambargoyên li ser gel bîne. Ji lew re mirov ji ber van xizan dibin. Mirov êdî nikarin zarokên xwe xwedî bikin."    Abdulazîz Kimil jî got: "Em heywanên xwe di navbera 4-6 hezaran de difiroşin, lê kes nakire. Her roj fiyet biha dibin. Dolar duh bi çi qasî bû, niha bi çi qasî ye. Êdî kes nikare tiştekî bikire."    HEYWANÊN WAN DI DEST WAN DE MANE   Huseyîn Şener jî da zanîn ku her roj heywanên xwe tîne bazarê, lê bêyî ku bifiroşe car din wan dibe malê û got ku êdî mirov li fiyetê wan jî napirsin. Şener wiha axivî: "Di cejnên berê de me yê heywanên xwe bifirota û pere qezenc bikira, lê ji ber nexweşîna şapê meydanê girtin. Dixwazin heywanan bi erzanî bikirin û bidin mezebxane û qesaban û qezenc bikin. Di her cejnê de em gel tên mexdûrkirin. Ger em heywanên xwe nefiroşin, em ê çawa debara xwe bikin? Em heywanekê difiroşin 100 lîre ji me r enamîne. Berê ji derve mirov dihatin, heywan dikirîn ûd birin. Lê niha kes nayê. Heywanên me di dest me de dimînin. Me gelê kurd mexdûr dikin. Em îxaracatê nakin ku em kar bikin. Nanekî tisî didin, lê li her derî jiyana me qedexe dikin. Em dixwazin di Cejna Qurbanê de heywanên xwe bifiroşin û pere qezenc bikin, lê qadê qedexe dikin. Em ji ku qezenc bikin, raidibin wir qedexe dikin."    Yilmaz Ozel jî destnîşan kir ku heywanên xwe bi zirarê jî difiroşin kes nakire û got ku xela rabûye.    HER TIŞT BIHA BÛYE   Salahattîn Dagbûdak jî anî ziman ku Cejna Qurbanê nêz bûye, lê hê jî heywanên wan nehatine firotin û got: "Kes heywanan nakire, ji lew re bi mirovan re pere tune ye. Niha beranekî min heye, ez dibêjim 7 hezar TL lê kes nakire. Tên dipirsin, lê herî zêde 5 hezar lîreyî teklîf dikin. Berê me xweş qezenc dikir. Lê îsal em qezenc nekin tiştên heyî jî diçe. Tu qîmeta pere nemaye. Giha, êm û kar pir biha b»ne. Tona kayê bûye 5 hezar TL, tona êm bûye 7 hezar TL. Yanî êdî em nikarin heywanan xwedî bikin û mirov jî nikarin bikirin. Kes nayê abzariyê jî nake."    Mehmet Emîn Kûrt jî bilêv kir ku her kes dixisre û got "Xizan êdî nikarin bijîn. Her kes dixisire. Em rojê 50 lîreyî jî qezenc nakin. De wer û bi vî pereyî zarokên xwe xwedî bike. Sedema vê jî nezaniya gel e. Hilbijartin çêbû, em ji bo jiyaneke azad çûn ser sindoqan lê nebû. Ev pergala qirêj bi heman awayî didome. Niha em tu tiştî jî qeznec nakin. Her tişt biha bûye. Mirov nikarin tu tiştî bikirin. Lewma mirov ji bo qurbanê heywanan jî nakirin."