Beko: Tirkiye di sedsala 21’an de bûye dojeh 2018-04-18 16:22:29 STENBOL -  Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, rapora “Bêkarî û Îstîhdamê" aşkere kir û diyar kir ku di sala 2017'an de hikûmetê seferberiya îstîhdama karkeran aşkere kir, lê hêjmara karkerên betal bêtir zêde bû û ev hêjmar gihişt 6 milyon û 200 hezar kesan. Beko got: "Tirkiye bûye dojeha karkeran a sedsala 21’an."   Lijneya Koordînasyona Rêxistinê ya DÎSK'ê, di pêvajoya ku nêzî 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê dibin de, rapora pirsgirêka betalî û karkeran ku ji aliyê DİSK-AR'ê ve hatiye amadekirin parve kir. DÎSK'ê rapora "Betalî û Îstîhdamê", li pêş Miduriyeta Bajar a Saziya Kar û Xebatê (ÎŞKUR) a Topxaneyê bi raya giştî re parve kir. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, rapor parve kir. Di civinê de Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu û nûnerên gelek sendikayan jî amade bûn. Endam û rêveberên DÎSK'ê pankarta “Yên dibêjin em Betal û bê ewle ne û em nikarin debara xwe bikin. Werin 1'ê Gulanê" vekirin û heta avahiya ÎŞKUR'ê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Em dixwazin wekî mirovan bijîn", “Bêdeng nemîne biqîre û li dijî betaliyê serî rake" û “Bijî 1'ê Gulanê" berz kirin. Piştî endam û rêveberên DÎSK'ê gihiştin pêş ÎŞKÛR'ê li vir Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko daxuyanî xwend.    Beko anî ziman ku hikûmetê di sala 2017'an de seferberiya îstîhdamê da destpêkirin lê dîsa daket jêra 2016'an û wiha got: “Di serî de ÎŞKUR  ji çavkaniyên cemaweriyê teşwîkên gelek mezin pêşkêşî karsazan kir. Me berê got bi vî rengî pirsgirêka betaliyê hal nabe. Lê mixabin yên welat bi rêve dibin, li şûna pirsgirêkê çareser bikin bi vî rengî taloq kirin. Li Tirkiye li şûna betalî çareser bibe her diçe betalî zêde dibe. Di sala 2017'an de rêjeya betaliyê 10,9 e. Betaliya ciwanan ji sedî 21 e. Betalî li gorî salek berê 120 hezar kes zêde bûye. Betalî derketiye 3,5 milyonan. Bi taybetî ji sala 2011'an heta niha sal bi sal betali zêde bûye."     HÊJMARA WELATIYÊN JI BER BETALIYÊ ÎNTÎXAR DIKIN HER DIÇE ZÊDE DIBE   Beko, da zanîn ku hesabê betaliyê li gorî lêkolîna DÎSK-AR'ê ya gelemberî ji sedî 18,3'ê ye û wiha berdewam kir: "Di sala 2017'an de 6 milyon û 203 hezar kes betal in. Karkerên ku dibêjin 'Êdî em nikarin debara xwe bikin' ji ber betaliyê întîxar dikin. Hêjmara welatiyên me yên întîxar dikin roj bi roj zêde dibin.    Beko daxwazên xwe yên ji bo çareseriyê wiha anî ziman: "   “ *Divê êdî dawî xebitandina Çirak, stajyer, kursiyerên bi erzanî dixebitin bînin. Divê saetên xebata hefteyê daxin 37,5 satean. Divê bi lezgîn hêjmara personelên kêm yên cemaweriyê temam bikin. Divê istîhdama bi ewle zêde bikin. Divê hemû karkerên taşeron ên bê ewle û bê qeyd bibin qadro. Divê fona Sîgorta betaliyê li dervê armancê neyê bikar anîn. Divê ji bo îstihdama jinan zêde bibe dewlet xizmeta nerînê ya bê heq rast bike."    Em hemû karker û karmendên dibêjin "Ez nikarim debara xwe bikim" dawetî qadên 1'ê Gulanî dikin û dixwazin tev li mîtîngan bibin."