Lîreyê tirk li hemberî dolar û euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe 2023-07-04 11:27:31   ENQERE - Lîreyê tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe. Dolar û Euro îro jî rekor derbas kirin û dolar bû 26 TL û Euro jî bû 28,49 TL.    Tevî hewldanên Banka Navendî jî dovîz her ku diçe bêhtir bilind dibe. Dolar îro derdora 26 TL’an dest bi rojê kir û ji saet 10.37’ê ve derket 26,0712 û rekoreke din derbas kir. Her wiha Euro jî bi ser 28 TL’an tê firotin.    Bi vê yekê re ji roja biryara faîzê heta niha nirxê lîreyê tirk li hemberî dolar bi qasî ji sedî 10 û di meha hezîranê de ji sedî 20 ketiye.