Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin 2023-08-01 14:12:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê li gelek bajaran neçûn kar û bi daxuyaniyan daxwazên xwe rêz kirin.  Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) beriya hevdîtinên Peymana Kar a Komî (TÎS) li hin bajaran dev ji kar berda û daxuyanî da. Di çalakiyan de 13 daxwazên kedkaran hatin rêzkirin.    Di vê çarçoveyê de li Amed, Mêrdîn, Antalya û Îzmîrê kedkarên tenduristiyê neçûn kar û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de kedkaran xwestin ku mûçeyên hemû kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî bi ser sînorê xizaniyê re bin û li gorî wesfa kar, xetere, rewşa perwerdeyê, sala xizmetê û hwd. heqdestê wan were zêdekirin. Her wiha hat xwestin ku qanûna sendîkayê bê derxistin, dema xizmeta fiîlî ya kedkarên tenduristiyê li ser 90 rojan bê hesibandin û li tevahiya kedkaran were belavkirin û salên berê jî di nav de bin.    Hin daxwazên din ên kedkaran ev in:    * Bila heqdestê nobet, îcab û saetên xebatê yên zêde 2 qet bên zêdekirin.    * Bila hemû kedkarên di qada tenduristiyê de bikevin ber “beşa xizmetên tenduristiyê.”    * Bila mafê tayînê bidin xebatkarên li nexweşxaneyên zanîngehan dixebitin.    * Ji bo bidawîkirina tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê, bila ‘pergala tundiyê diafirîne’ biguhere û pergaleke tenduristiyê ya nû were avakirin. Ji bo vê jî divê mekanîzmayeke ku avadaniyên gel ên birêxistinkirî di nav de cih digirin bê avakirin.    * Bila hemû lêçûnên ASM’yan ku xizmeta tenduristiya ya cemaweriyê lê tê dayîn, dewlet pêşwazî bike.    * Nexweşiyên girêdayî pîşeyê yên weke Covid-19 bila ji bo hemû xebatkarên tenduristiyê weke nexweşiya pîşeyî were hesibandin.    * Bila kedkarên tenduristiyê û xizmetên civakî yên hatine îxrackirin ku biryara darazê ya derheqê wan de teqez nebûye dîsa li karê xwe vegerin.    * Bila hemû kedkarên tenduristiyê bi awayekî wekhev sûdê ji maf û derfetên xebatkarên tenduristiyê yên di Wezareta Tenduristiyê de dixebitin bigirin.    * Di dema muayene û tedawiyê de divê tu lêçûneke pêvek neyê girtin. Bila xizmetên tenduristiyê bêpere bin.