Parlamenterên HDP’ê ji bo 1’ê Gulanê belakov belav kirin 2018-04-28 15:16:44 AMED - Parlamenterên HDP’ê, berî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê belavok li gel belav kirin û gel dawetî mîtîngê kirin.  Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Feleknas Uca, Garo Paylan û Alî Atalay berî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê li navçeya Sûrê belavok belav kirin û gel dawetî mîtînga Qada Hezîranê  ya 5’an kirin. Parlamenteran bi gel û esnafên Sûrê re sohbet kirin û dawetî mîtîngê kirin.   Huda Kaya di sohbet bi gel re kir de wiha got: “Em di pêvajoyek girîng re derbas dibin. Divê em piştevaniyê ava bikin. Heviyên me êdî veguherîne, baweriyek pir bi hêz. Ên ku îro kûr kûr difikirin hene. Ditirsin ku hesab bidin. Ji ber vê yekê biryara hilbijartina zordest dan. Lê ev pêvajo dê weke wan neçe û hesabên wan negire.”