Di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karker mirin 2018-04-29 10:02:42   ÎZMÎR - Di 16 salên serdema AKP'ê de herî kêm 20 hezar u 500 karker mirin. Di serdema îktîdara AKP'ê de kanên komirê yên li Zonguldak, Soma, Ermenek, Şîrvan, Şirnak û dehan kanên din ên komirê ji bo karkeran bûn goristan. Dîsa betalî zêde bû û keda karkeran erzan bû.    Li Tirkiye herî zêde di serdema hikûmeta AKP'ê de cînayetên kar ên karkeran zêde bû. Tenê di 16 salên serdema AKP'ê de zêdeyî 20 hezar karkeran jiyana xwe ji dest dan. Beriya hilbijartina Zordest ku di 24'ê Hezîranê de pêk bê karker û kedkar 1'ê Gulanê di bin qedexeya OHAL'ê de pîroz dikin. Beriya 1'ê Gulanê roja karkerên cîhanê hêjmara cînayetên kar ên li Tirkiye zêde balê dikişîne ser xwe. Îktîdara AKP’ê piştî di sala 2002'an de hat ser kar hemû karker kirin karkerên taşeron û betaliya karkeran dest pê kir. Di salên dawî de jî karkerên taşeron dîsa ji nûve li gorî pîvanên xwe kirin kadro. Ev yek bû sedema niqaş û bertekan. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiye (TUİK) li Tirkiye di sala 2002’an de rêjaya betaliyê ji sedî 10.3 bû. Di sala 2018'an de ev rêje derket ji sedî 10.8’an. Di nava 16 salan de jî hêjmara karkerên taşeron ji 387 hezar karkeran derket 2 milyon karkeran. Dîsa di serdema AKP'ê de pêvajoya karkerên hemal û karkerên bi kirê dest pê kir. Piştî AKP'ê li Tirkiye OHAL îlan kir li tevahiya Tirkiye zêdeyî 120 hezar karker ji kar hatin dûrxistin.    DI SERDEMA AKP'Ê DE 20 HEZAR Û 500 KARKER MIRIN   Ji serdema AKP hat ser îktîdarê heta niha di cînayetên kar de herî kêm 20 hezar û 500 karkeran de qezayên kar de ji yana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) di sala 2002'an de 878 karkeran jiyana xwe ji dest da. Meclîsa ÎSÎG'ê, destnîşan kir ku di serdema AKP'ê de 20 hezar û 500 karkeran jiyana xwe ji dest daye. AKP'ê modela jiyana bê ewle û bê parastin pêş xist. Bi îlana OHAL'ê re ewlehiya kar û ewlehiya jiyanê nema. Sedema cînayetên kar bê ewlehî û bê tedbîrî ye. Ji ber kar gelek saet dixebitin û bi erzanî dixebitin cînayetên kar jî zêde dibin. Dîsa mafê wan ê sendîkayî ji destê wan tê girtin. Bi OHAL'ê re mafê karkeran ji destê wan hatiye girtin. Karker di karê talûke de dixebitin. Di serî de Serokomar guh didin daxwazên patronan. Guh nadin daxwazên karkeran. Qezayê wekî qaderê pênase dikin.  2002'yan de herî kêm 146 karker, di sala 2003'yan herî kêm 811 karker, di sala 2004'an de herî kêm 843 karker, di sala 2005'an de herî kêm Hezar 96 karker, di sala 2006'an de herî kêm Hezar 601 karker, di sala 2007'an de herî kêm Hezar 44 karker, di sala 2008'an de herî kem 866 karker, di sala 2009'an de herî kêm Hezar 171 karker, di sala 2010'an de herî kêm Hezar 454 karker, di sala 2011'an de herî kêm Hezar 710 karker, di sala 2012'an de herî kêm 878 karker, di sala 2013'an de herî kêm Hezar 235 karker, di sala 2014'an de herî kêm Hezar 886 karker, di sala 2015'an de herî kêm Hezar 730 karker, di sala 2016'an de herî kêm 586 karkeran, di sala 2017'an de 2 hezar û 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan.    Herî zêde li tersxaneyên Tuzla, Davutpaşa, Ostim, Soma, Kozlu, Karadon, Ermenek, Esenyurt, Torunlar, Şîrwan û Şirnexê cînayetên kar pêk hatin.    Di 17'ê Gulana 2010’an de li Zonguldakê 30 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 6 û 10'ê Sibata 2011’an de li Afşîna Mereşê 11 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 6'ê Îlona 2014'an de li Centera Torunlar 10 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 13'ê Gulana 2014’an de li navçeya Soma kana Komirê 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dan. Di 28'ê Cotmeha 2014'an de li navçeya Ermenekê ya Karamanê qezaya madenê pêk hat û 18 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 17'ê Mijdara 2016’an de li Navçeya Şîrwanê ya Sêrtê di kana komirê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 17'ê Cotmeha 2017’an de li Şirnexê di kana komirê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di serdema AKP'ê de mafê karkeran ên grevê hatin qedexekirin.  Piştî AKP'ê li Tirkiye OHAL îlan kir zêdeyî 120 hezar karker ji kar hatin dûrxistin.