Tevinkarê Berikan: Li vê derê patron tune ye 2018-04-30 11:20:46   ÊLIH - Agit Geyîk ê tevinkariya berikan ji bavê xwe fêr bû, ji zaroktiya xwe ve secadeyan çêdike. Geyîk, diyar kir ku ew kesek sosyalîste û got: “Ez êlekê xwe yê das û çakûç tu carî ji ser xwe naxim. Li vê derê patron tuneye û hemû kes li gorî hilberandina xwe qezenc dike.”   Agît Geyîk ê 23’ê salî li Taxa Îpragaz a Êlihê, tevinkariya berikan a ji bavê xwe fêr bûyî berdewam dike. Geyîk ji zarokatiya xwe ve vî karî dike û secadeyan çêdike. Geyîk da zanîn ku malbata wî ji koçerên zozanên Tetwanê ne û li Êlihê bi cih bûne. Geyîk, anî ziman ku bi tevinkariyê debara xwe dikin û wiha axivî: “Ji ber bê derfetiyê min nekarî bixwînim. Di vê atolyeya biçûk de hewl didim debara xwe bikim.” Geyîk 12 saetên rojê li ser tevnekariyê berikan çêdike û êlekê xwe yê li ser das û çakûç heyî tu caran ji ber xwe nake.    'EZ KESEK SOSYALÎSTIM'   Geyîk, anî ziman ku wateyeke taybet a yêlekê wî yê das-çakûç heye û wiha bilêv kir: “Min bi felsefeya çakûç hebûna xwe diyar kir. Rojê 100 secadeyan çêdikim. Em çiqasê secade çêbikin, em ewqasê qezenç dikin. Di atolyeya me de patron tuneye. Hemû kes li vê derê karkere. Ez kesek sosyalistim. Ji ber atolya me  biçûk em tenê sê kes dikarin tê de bixebitin. ”   'DIVÊ EM JI BO ŞOREŞÊ BIXEBITIN'   Geyîk, da zanîn ku ew her roj dixebitin û wiha domand: “Bi taybetî em rojên Neworzê û 1’ê Gulanê deriyê atolyeya xwe digirin. Dibe ku me nekarî em sosyalîzmê ava bikin, lê em bi mantikê wê dixebitin. Roja 1’ê Gulanê roja Cejna Karkerane. Roja têkoşînê ye û piştevaniyê ye. Em jî wê rojê cihê xwe di qadan de digirin. Em li qadan daxwazên xwe tînin ziman. Wê rojê divê em ji bo şeroşê bixwebitin.”   'KARKER DÊ DEMÊ XWE QEZENC BIKIN'   Geyîk, destnîşan kir ku her roja derbas dibe kedxarî mezintir dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gava karkeran mafên xwe bi dest xistin, dê kedxarî ji holê rabe. Dinavbera ol û sosyalîzmê de dijminanti tuneye. A girîng ewe ku mirov dinava  yekitiyê bi hevre bijîne. Divê armanc ne pare qezenç kirin be, tenê debara xwe kirin be.”