Îthalatê gelek zêde bû 2018-04-30 11:35:17 EQNERE – Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha adarê de bazirganiya derve ji sedî 28.8 zêde bû û derket 5 milyar û 855 milyon dolarî.    Daneyên bazirganiya derve ya bi hevkariya Saziya Îstatîstik a Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Gumruk û Bazirganiyê pêkhat, aşkere bûn. Li gorî daneyan îxracata adara 2018’an li gorî meha adara 2017’an ji sedî 7,7 zêde bû derket 15 milyar û 587 milyon dolarî. Îthalat jî ji sedî 12,7 zêde bû û derket 21 milyar û 442 milyon dolarî.     VALAHIYA BAZIRGANIYA DERVE JI SEDÎ 28,8 ZÊDE BÛ   Li gorî daneyan valahiya bazirganiya derve di adarê de ji sedî 28,8 zêde bû 3 û derket 5 milyar û 855 milyon dolarî. Rêje di adara 2017’an de ji sedî 76,1 bû û dia dara 2018’an de jî daket ji sedî 72,7'an.