Li çar aliyên Tirkiyeyê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin 2018-05-01 17:47:56   NAVENDA NÛÇEYAN – Li dehan navendan ên Tirkiyeyê karker û kedkar daketin qadan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kirin û dirûşmeya “Bijî Yekê Gulanê” ji qadan bilind bû.    1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li dehan navendên Tirkiyeyê hat pîrozkirin. Bi hezaran karker û kedkar daketin qadan û her dever tije kirin. Bi pêşengiya sendîka û saziyên civakî yên sivîl ji Zonguldakê bigire heta Kocaeliyê, ji Edîrneyê bigire heta Mugla, ji Çorumê bigire heta Rîzeyê dirûşmeyên “Bila OHAL rabe”, “Kedkarên hatine îxrackirin bila vegerin karê xwe” û “Bijî Yekê Gulanê” ji qadan bilind bûn. Karker û kedkaran daxwazên xwe li qadan qîr kirin û ji polîtîkaya şer re jî gotin “Na.”