Tûtinvanên Semsûrê: Çixareyên TEKEL'ê jî xedexe bikin 2017-10-13 10:10:46 SEMSÛN - Çotkar û hilberînerên tûtinê yên Semsûrê li dijî pêşnumaya der barê qedexekirina tûtina pêçanê de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Çotkarên tûtinê xwestin ku Serokomar Erdogan û serokwezîr Yildirim çixareyên TEKEL'ê ji qedexe bikin.  Bertek û nerazîbûnên li dijî pêşnûmaya ku firotina tûtina pêçanê qedexe dike zêde dibe. Di pêşnûmaya ku sewqî meclîsê hat kirin de tê xwestin ku kesên tûtina hatiye hûrkirin û ji bo pêçanê amade difiroşin di navbera 3 - 6 salan de cezayê hepsê li wan bê birîn. Li dijî vê pêşnûmayê bertekên çotkar û hilberînêrên tûtinê zêde dibin. Çotkar û hilberîneran ji Serokomar û Serokwezîr xwestin ku Çixareyen TEKEL'ê jî qedexe bikin.    Çotkarê tûtinê yê 57 salî Mehmet Beyaz, ku debara xwe ji 3 dolim zeviya tûtinê dike bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Bi salan e hemû debara me li ser tûtinê ye. Ger ku tûtin jî bê qedexekirin em nikarin debara xwe bikin. Em bi kedek mezin tûtinê diçînin û diçinin. Niha dixwazin bi temamî qedexe bikin. Ger ku qedexe bibe em jî dê xelas bibin."    BILA TEKELÊ JÎ XEDEXE BIKIN   Beyaz, anî ziman ku hemû qedexe ji bin fikra sektorên taybet derdikeve û wiha got: "Em bang li Serokomar û Serokwezîr dikin ku ne wisa be bila Çîxareyên TEKEL'ê jî qedexe bikin."    TENÊ DEBARA ME TÛTINA ME YE   Çotkarê 48 salî Ali Riza Çelik jî anî ziman ku anî ziman ku zeviyên wan ên çandiniyê kêm in û demê debara xwe bi çandiniya tûtinê dikin. Çelîk, diyar kir ku tenê liser 2 dolim zevî çandiniya tûtinê dike û wiha got: "Ez debara xwe bi tûtinê dikim. Ger ku karekî din hebe ez dê bikim. Lê ji bilî çandiniya tûtinê tu karên din tune ye. Yên Meletiyê debar Mişmiş, Yên Derya Reş findik, yên me jî tutîn e. Ger ku tutinê qedexe bikin em dê koç bikin. Em dê nikaribin debara xwe bikin."    Pîra 70 salî Aynzeliha Çelik jî anî ziman ku piştî niqaşa qedexeyê ket rojevê ew jî ketin nava fikara ku dê çawa debara xwe bikinû wiha got: "Niha tenê çavkaniya debarê tûtin di destê me de heye. Ger ku tûtinê jî ji destê me derxin em dê çawa debara xwe bikin. Ew ji me çi dixwazin. Min 7 zarokên xwe bi çandinî û firotina tutinê mezin kir. Ger ku dê çareseriyekê nebînin bila destê xwe nedin tûtina me."    MA / Haci Yusuf Topaloglu