‘Em bi guhertina etîketan re nagihin’ 2024-09-15 09:04:55 AGİRÎ - Welatiyên Agiriyê diyar kirin ku ew ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin û anîn ziman ku sedema vê polîtîkaya îktîdara AKP-MHP’ê ye.  Ji ber polîtîkaya “ewlehiyê” ya îktîdara AKP-MHP’ê, krîza aborî ya li Tirkiyeyê her ku diçe mezintir dibe. Ji ber krîza hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe û ji bo xelasiya ji krîza aborî, piraniya gel banga hilbijartina pêşwext dike. Yek ji bajarên krîza aborî û bêkarî herî zêde lê heyî jî Agirî ye. Xelkê Agiriyê got ku sedema sereke ya krîza aborî, polîtîkayên îktîdara AKP-MHP’ê ne.    ‘ME PÊ ÇÊNABE KOMIR Û ÊZINGAN BIKIRÎN’    Welatiyê bi navê Muhammed Koçyîgît (30) anî ziman ku ji ber zivistanê fikarên wî hene û wiha got: “Ez bi kêmtirîn mûçeyê dixebitim. Sedema krîza aborî ya heyî, polîtîkayên xelet ên îktîdarê ye. Xelkê vî bajarê debara xwe bi cotkariyê dike lê vaye halê cotkaran li holê ye. Ji bo aborî xwe komî ser hev bike divê îktîdar biguhere. Li pêşiya me zivistan heye û em nizanin dê çawa bi ser xwe re derbas bikin. Me pê çênabe ku komir û êzingan bikirîn. Ev xelk vê rewşê heq nake. Sedema krîza aborî, bêhiqûqî û bêedaletiya li welêt e. Xelk ji ber krîza aborî koç dike. Em dixwazin li ser xaka xwe bijîn. Ji ber zextên îktîdarê mirov nikare qala krîza aborî jî bike. Ji ber ku mafê azadiya xweîfadekirinê ji holê rakiriye.”    ‘BERPIRSYAR ÎKTÎDARA AKP-MHP’Ê YE’   Huseyîn Budak (63) jî diyar kir ku debara xwe bi mûçeyê xwe yê teqawidiyê dike û wiha got: “Îktîdarê, dewlemend hêj dewlemendtir û xizan jî hêj xizantir kir. Ji ber polîtîkayên îktîdarê em perîşe bûne. Em çi bikin jî nikarin debara xwe bikin. Çavê xelkê êdî li pariyeke nanê tisî ye. Tona komirê derketiye 10 hezar TL’an. Bi 12 hezar û 500 TL’an hewl didim malekê xwedî bikim. Heta ku ev îktîdare li ser serê me dê aboriya welêt komî ser hev nebe. Lewma nizanim ez ê di vê zivistanê de çi bikim.”    ‘ÎKTÎDARÊ COTKARÎ TUNE KIR’   Sewalkar Vedat Gultekîn (42) destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên îktîdarê, nikarin cotkariyê bikin û wiha domand: “Îktîdara AKP’ê digot ‘Hedef 2023’. Digotin li gelek deveran petrol û gaza xwezayî dîtine. Lê ev tevek jî derewên mezin in. Em ketin sala 2024’an lê hêj bêhtir xizan dibin. Ez cotkariyê dikim lê lîtreya mazotê derketiye 45 lîreyan. Tûrikê êm jî 650 TL ye. Her gava îktîdar diavêje, gel bêhtir xizan dike. Bi saya îktîdar, em ê neçar bimînin ku îsal jî di tevahiya zivistanê de savar, torak û lor bixwin. Yên îktîdar ji xwe re di qesran de dijîn û gel jî mehkûmê birçîtiyê dikin.”    ‘NE BAWERIM ABORÎ BAŞ BIBE’   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Seyît Yoruk jî wiha got: “Ji ber krîza aborî em zehmetiyên mezin dikişînin. Tu tiştek ji bo vî bajarî nayê kirin. Xelk bêkar e û ji neçarî koçî bajarên din dibe. Xelkê Agiriyê roj bi roj bêhtir xizan dibe. Ev jî encama polîtîkayên îktîdarê ye. Ji bo her tiştekî mirov li gel min bazariyê dikin. Her tim zem tên kirin. Alîgirên îktîdarê kedxwariyê dikin. Hinek caran nikarim sîftehê jî bikim. Di van mehan de nikarim kirêya kargeha xwe bidim. Dahata min ji lêçûnên min kêmtir e.”   ‘EM BI GUHERTINA ETÎKETAN RE NAGIHIN’    Ji esnafan Emîn Kaya (32) jî daxuyand ku ji ber zemên tên kirin êdî bi guhertina etîketan re nagihin û axaftina xwe wiha qedand: “Krîza aborî ya li welêt ji zarokan heta mezinan yekser bandorê li her kesî dike. Heqê nanekê jî bi mirovan re nîne. Welatê têk çûye lê haya kesekî jê nîne. Du roj berê tenekeyê rûnê 18 lître me bi 800 lîreyan difirot lê îro bûye 1000 lîre. Gelo kesekê debara xwe bi kêmtirîn mûçeyê dike dê çawa bijî? Ka kî vî welatî birêve bibe, berpirsyarên krîzê jî ew in. Îktîdar, bihayê berhemê diyar dike, em jî mecbûr in bi wî fiyetî bifiroşin. Kirêya kargeha min 30 hezar TL bû lê niha derketiye 150 hezar TL’an. Ji bo çareseriya tevahiya van pirsgirêkan, divê îktîdar biguhere. Heta ku ev îktîdar hebe em ê hêj bêhtir perîşe bibin.”