ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin 2024-12-03 10:53:58 ENQERE - ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha mijdarê weke ji sedî 86,76 û TUÎK’ê jî weke ji sedî 47,09 ragihand. Li gorî daneyên TUÎK’ê jî enflasyon zêde bûye.  Koma Serbixwe ya Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha mijdarê eşkere kir. ENAG’ê ragihand ku enflasyona salane di meha mijdarê de ji sedî 4,06 zêde bûye û derketiye ji sedî 86,76.    DANEYÊN TUÎK’Ê    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî reqemên Îndeksa Bihayê Mezexêr(TUFE) ya mijdara 2024’an eşkere kir. Li gorî daneyan, enflasyona salane di meha mijdarê de ji sedî 2,24 zêde bû û derket ji sedî 47,09.