Esnafên halê: Rewşa halê qet nebaş e 2018-08-19 09:13:15   STENBOL - Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Bayrampaşayê, diyar kirin ku qezenca ku berê di hefteyekê de bi dest wan diket niha di 20 rojî de bi dest wan dikeve. Esnafan got, fatûreya krîzê li wan tê birîn.    Krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe, tesîreke zêde li esnafên biçûk dike. Esnafên Hala Zebze û Fêkiyan a Bayrampaşayê, diyar kirin ku qezenca ku berê di hefteyekê de bi dest wan diket niha di 20 rojî de bi dest wan dikeve. Esnafan got, fatûreya krîzê li wan tê birîn.    Esnaf Selahattîn Vûral diyar kir ku piştî hilbijartinê karê wan pir kêm bûye û got: "He rçend navbera du cejna ye jî, lê dîsa rewşa karê wan nebaş e. Berê me 20 ton pîvaz di du rojan de difirot. Lê niha 20 ton pîvaz di cihê xwe de ye."    ‘REWŞA HALÊ NEBAŞ E'    Nebî Tangerîde jî destnîşan kir ku ew bi erzanî jî difiroşin, lê belê dîsa kes nakire û got: "Rewşa halê qet nebaş e. Ne kes dikire ne jî difiroşe. Ji sibehê ve em li vira ne. Hîn me tonek şebeş firotiye."    Tangerîde, bilêv kir ku berî ku dolar zêde bibe wan rojê 10-12 ton şebeş difirot, lê niha ew rojê ancaxx 4-5 tonan difiroşin. Tangerîde got: Divê dewlet çareyekê bibîne. Dibêjin 'dolar û zêrên di bin balîfan de derxin û xera bikin.' Ma ka heye ku em xera bikin. Wan çi kir ji ewqas pere? Eger kesên distînin cihê wê tije bikin dê rewş kar baş bibe. Bila dewlemend dolarên xwe xera bikin. Kesekî ku rewşa wî baş be çi karê wî li vira heye. 15-20 roj e petat biha bûne. Lê niha mirov li vira petatan davêjin çopê."    ‘FATÛREYA KRÎZÊ LI ME TÊ BIRÎN'    Esnaf Ferît Înanç, bilêv kir ku qezenca ku berê di hefteyekê de diket destê wan niha ancax di 20 rojî de bi dest wan dikeve û got: "Fatûreya krîzê li me tê birîn. Em ne razî ne, lê tiştek ji destê me nayê."    Neqliyatvan Levent Yertût jî got: "4 roj e em li vira ne. Hîn jî me mal daneniye. Kes nakire. Rewşa halê nebaş e. Bi zorê em debara xwe dikin."    ‘EM NIKARIN TIŞTEKÎ JÎ BIKIRIN'    Alî Şaîrê ku ji bo alvêrê hat halê jî got: "Dolar seîr berdaye. Gel nikare tiştekî bikire. Rewş qet nebaş e. Di televîzyonan de dibêjin rewş baş e, lê çima em nabînin."