‘Hêvî cejn bû, ew jî çû' 2018-08-19 09:16:57 AMED - Ber destê cejnê ye, lê belê rûyê esnafan nakene. Li Amedê kesên dezgehên xwe li ser peyarêyan vekirine gotin: "Berê beriya cejnê ev kolan weke kurmoriyan bû, ji mirovan xalî nedibû."  Li semta Ofîsê ya Amedê, kesên ku dezgehên xwe li ser peyarêyan vekirine, anîn ziman ku li gor cejnên berê îsal rewşa karê wan ne tu rewş e.    ‘HER TIŞT BIHA BÛYE'    Îşportevan Şahîn Kaya anî ziman ku ji ber krîza aborî fiyet du qat biha bûne û got: "Tirkiye li welatê xwe aştiyê pêk nayîne û bi ser de diçe ew û Amerîka dikevin qirika hev. Heta vê yekê dike bila li herêmê fabrîkayan çêbike ku di cejnan de em jî netengijin."    Kaya, destnîşan kir ku êdî aborî rûxiyaye. Kaya da zanîn ku goreya ku berê wan bi lîreyek dikirî niha bi 3 lîreyan difiroşin, lê belê dîsa jî eks nakire. Kaya, got: "Her tişt biha bûye û bi gel re pere tune ye. Em ne li Tirkiyeyê û ne jî li herêma xwe pevçûnana naxwazin."    Şehmûs Uşen ji ber krîza aborî pêlavên ku nikare li dikana xwe bifiroşe niha dixwae bi îşportevaniyê wan bifiroşe. Uşen destnîşan kir ku ji ber fiyet biha bûne kes pêlavan nakire û bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê yên aboriyê dan.    'KRÎZÊ TESÎR LI CEJNÊ JÎ KIR'   Azîz Kaplan jî diyar kir ku wî eşyayên li ser dezgehê bi deyn kiriye û got: "Hêviya min cejn bû. Min ev eşya bi deyn kiribûn û niha difikirim ez ê çawa bifiroşim. Kes tiştekî nakire. Jixwe ên dewlemend li van deran tiştekî nakirin. Û ên xizan jî newêrin pereyên di dest xwe de xerc bikin." Kaplan, bilêv kir ku krîzê tesîr li cejnê jî kiriye û got: Berê beriya cejnê ev kolan weke kurmoriyan bû, ji mirovan xalî nedibû."    Mehmet Kaya jî diyar kir ku li herêma wan krîz bêtir dixuyê û got: "Di hemû sektoran de rewş kar nebaş e. Ev yek tesîrê li gel dike. Çimkî kes alvêrê nake. Li Amedê gel ne kêfxweş e û gelek kes nikarin pêdiviyên xwe bikirin."